Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li Amedê di "Civîna Aştî û Ewlehiyê" de axivî û behsa pêşhatên pêvajoya çareseriyê kir.
Yerlîkaya di destpêka axaftina xwe de Amed wekî "dergûşa şaristaniyan û bajarê îrfanê" bi nav kir û got:
"Sedema lidarxistina van civînan ew e ku em gavên ji bo paşerojeke aram a zarokên xwe dinirxînin û biryardariya xwe careke din radigihînin."
"Pêvajo ne tenê projaya ewlehiyê ye"
Wezîr Yerlîkaya teqez kir ku ev pêvajo ne tenê projeyeke ewlehiyê ye û got, "'Tirkiyeya Bêteror' projeya mezinîkirina aştî, biratî û bipêşketina me ye.
Hedefa şaristaniyê ye, tê wateya misogerkirina mafê jiyanê, aştî û ewlehiyê.
Tirkiyeyeke ku ne çek, gotin lê diaxivin, hildiberîne, kar peyda dike û bipêşketina herêmî pêk tîne tê wateya welatekî ku Tirk û Kurd û her bawerî û nasname bi biratî lê dijîn."
Alî Yerlîkaya amaje bi metirsiyên li ser pêvajoyê jî kir û got,"Ji hezkiriyên terorê, propagandîstên terorê û amûrên ku biratiya me dikin hedef re teqez cih nîne.
Ti kes nikare cesaret bike û ji polîsên me yên ku bi şev û roj bi fedakarî kar dikin re bêje 'dijmin.' Em destûrê nadin vê yekê! Ez vê gotinê şermezar dikim."
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê diyar kir ku êrişên li dijî saziyên dewletê ne siyaset e û got:
"Ev di bin maskeya nîqaşên siyasî de hewldaneke jehrîkirina demokrasiya me û sûîqestek li dijî 'Tirkiyeya Bêteror' e."
Banga yekîtî û hevgirtinê
Wezîr Yerlîkaya di berdewamiyê jî de got, "Em dê teslîmî provokasyonan nebin. Em dê bi hev re hilberînin, bi hev re bixebitin û bi îzna Xwedê em dê bi hev re bi ser bikevin."
Yerlîkaya diyar kir ku armanca wan ew e ku tundî û pevçûnên çekdarî nemînin û ev pêvajo di bin serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de, di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de bi hemû partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl re tê meşandin û got:
"Bila gumana ti kesî tunebe ku em di vê rêya ku hezar sal e em bi hev re tê de dimeşin dê heta bi hetayê jî tê de bi hev re bimeşin.
Ji ber ku em bi Tirk û Kurdên xwe yek in, bi hev re ne û em bi hev re Tirkiye ne!"
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse