HDPê li ser îddîayên bikaranîna çekên kîmyayî li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

19-10-2022
Nîşan HDP Tirkiye Operasyon Başûrê Kurdistanê Çekên Kîmyayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku derbarê operasyonên Tirkiyê yên ji sala 2021ê ve di nav axa Herêma Kurdistanê de, belge û îddîayên cîdî hene ku di wan operasyonan de çekên kîmyayî hatine bikaranîn û derbarê lêkolînkirina li ser vê mijarê de bang li saziyên peywendîdar kir.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel a ser bi PKKê ve, duh Sêşembê 18ê Cotmeha 2022ê ragihandibû ku 17 gerîlayên wan di êrîşeke bi çekên kîmyayê ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

Piştî belavbûna vê nûçeyê, Encûmena Rêvebir ya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 18ê Cotmehê li ser malpera xwe ya fermî derbarê operasyonên Tirkiyê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de û îdiayên bikaranîna çekêm kîmyayî di wan operasyonan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

HDPê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Derbarê operasyonên Tirkiyê yên ji sala 2021ê ve di nav Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê de, belge û îdiayên ciddî hene ku di wan operasyonan de çekên kîmyayî hatine bikaranîn. Ew dîmenên vê dawiyê di medyayê de hatine belav kirin jî van îdiayan bihêz dikin. “ 

HDPê ameje bi wê yekê daye ku ji sala 2021ê ve derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de ji aliyê Tirkiyê ve nûçe tên rojevê û dibêje: "Tê îddîakirin ku Tirkiyê li dijî peymanên ku aliyekî wê ye tevdigere.  Ev pêşhat di nav xelkê navçeyê de dibin sedema nîgeraniyê û rê li ber komkujiyan vedikin. Em careke din tînin ziman, bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Konvansiyona Cenevrê ye, tawanê şer e û tawanekî eşkere ye li dijî mirovayetiyê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de HDP dibêje: "Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li beramber van pêşhatan dengê xwe derxin. Pêdagiriya li ser polîtîkayên ewlehî û rûbirûbûnan yên desthilata AKP û MHPê  welat ber bi krîzan ve dibe û krîzên zêdetir li pey xwe tîne.”

HDPê di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê Tirkiyê ve di operasyonan de jî banga lêkolînê li saziyên peywendîdar dike û dibêje: “Em di serî de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî  (OPCW) û  Neteweyên Yekbûyî, ligel saziyên navdewletî û raya giştî dikin ku xebateke bi bandortir derbarê mijarê de bikin. Em pêdivî dîbînin ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê îddîayên derbarê bikaranîna çek û kelûpelên  kîmyayî di nav axa wê de bi awayekî ciddî lêkolîn bike.”

HDP di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Divê derbarê wan kesên ku kîmyayî bikartînin, dabîn dikin û vediguhêzin de demildest lêkolîn bên destpêkirin. Em wek HDPê dixwazin careke din bibîr bixin ku pirsa Kurd bi rêbazên leşkerî heta niha nehatiye çareserkirin û nayê çareserkirin. Ji bo welat û gelên navçeyê take rêya rast dîyalog û lihevkirina li ser zemîneya demokratîk e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst