Rêveberiya Xweser ji bo 'şervanên reviyayî' biryarek derxist

19-10-2022
RÛDAW
Rêveberiya Xweser ji bo kesên ji leşkeriyê reviyane lêborîna giştî derxist
Rêveberiya Xweser ji bo kesên ji leşkeriyê reviyane lêborîna giştî derxist
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Leşkeriya Neçar Şervanên Reviyayî Lêborîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê "şervanên reviyayî" de biryara lêborînê derxist.

Hevserokatiya Ofîsa Berevaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya salvegra rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞê, ji bo kesên ji xizmeta leşkerî ya Rêveberiya Xweser reviyane lêborîneke giştî derxist.

Di daxuyaniyekê de tê gotin: “Ji bo berjewendiya giştî û bi helkefta pêncemîn salvegera rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞê” ev lêborîna giştî hatiye ragihandin.

Biryara lêborîna giştî ya derbarê "şervanên reviyayî" de ji çar xalan pêk tê.

Di xalekê de tê gotin ku “Lêborîneke giştî ji bo hemû şervanên ku ji “Erkê Berevaniya Xweser” reviyane û rewşa wan tê asayîkirin, bi mercê ku destên wan di kiryarên terorî yan tawanan de nebin.”

Li gor biryarê, dema 30 rojan ji wan kesan re hatiye diyarkirin ku li navxwe ne û û 60 roj jî ji bo kesên derveyî navçeyên Rêveberiya Xweser in, ku “şervanên reviyayî li navenda (Erkê Berevaniya Xweser) a ku navê wan lê hene amade bin.”

Di biryarê de herwiha tê gotin, “Dema berî revînê ji bo şervanên reviyayî tê hejmartin” û ji îro Çarşemê 19ê Cotmeha 2022yan de dest bi cîbicîkirina biryarê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyan, gelek kes ji erkê Berevania Xweser reviyane û pêwîstiya wan bi asayîkirina rewşê heye, êdî kesên dixwazin vegerin, dikarin sûdê ji vê lêborînê binînin.

Rêveberiya Xweser Hezîrana 2019an yasaya leşkeriya neçar pesend kir kiribû ku ji 35 maddeyan pêk tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst