Li Rojavayê Kurdistanê bazara xaniyan geş dibe

19-10-2025
Xalid Cemîl Mihemed
Nîşan Amûdê Hisîça Rojavayê Kurdistanê Bihayên Xaniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bihayê erse û xaniyan geş dibe. Bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên li derveyî welêt dijîn li herêma Cizîrê xanî û ersayan dikirin.

Bihayê xanî û zeviyan yên hem ji bo avedanî hem jî ji bo çandiniyê, hema hema li hemû deverên herêma Cizîrê Hisîça, Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê wekî hev in.

Ji ber ku kirîn û firotina bihayê lîreyê Sûriyeyê gelekî diguhere dan û standina bazara xanî û milkan jî tenê bi dolarê Amerîkî ye.

Bihayê xaniyan li gorî cih, mezinahî û xizmetguzariyan di navbera 10 hezar û 60 hezar dolarî de ye û carinan zêdetir jî dibe.

Bipêşketina bazara xaniyan

Ebdulbaqî Şêx Mihemed xwediyê ofîseke emlakfiroşiyê ye li bajarê Amûdê yê Hisîçayê.

Mihemed li ser rewşa bazara emlakfiroşiyê ji Rûdawê re got, "Li herêma Cizîrê Qamişlo, Hisîça, Amûdê û Dirbêsiyê û hwd... kirîn û firotina xanî, erse û erdan bi awayekî berbiçav zêde bûye lê hîn negehiştiye asteke pir bilind."

Ebdulbaqî Şêx Mihemed diyar kir ku bazara xaniyan di serî de bi rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê ve girêdayî ye û got, "Kirîn û firotin tenê bi dolarê Amerîkî ye û ji ber bihayê wê yê nearam dan û standin bi lîreyê Sûriyeyê nayê kirin."

Bilindbûna bihayên xaniyan

Li gorî gotina Ebdulbaqî Şêx Mihemed bihayê xaniyan li herêma Cizîrê hema hema wekî hev in.

Şêx Mihemed behsa çend mînakan kir û got, "Mala ku rûberê wê 120 metrekare be û li qata duyem an sêyem be û hîn temam nebûbe li ser skeletê xwe be bihayê wê di navbera 18 hezar û 20 hezar dolarî de ye.

Eger li qata yekem be, dibe ku bihayê wê bigihîje 25 hezar dolarî. Heke rûberê maleke amadekirî 200 metrekare be, bihayê wê nêzîkî 45 hezar dolarî ye."

Ebdulbaqî Şêx Mihemed diyar kir ku bihayê xaniyan bi çend xalên sereke ve girêdayiye û got:

“Her ku rûber zêde dibe, biha jî zêde dibe. Daxwaz li ser malên qata yekem û duyem zêdetir e û bihayê wan jî bilindtir e lê daxwaz li ser qatên tebeqeyên jorîn kêmtir e.

Her wiha eger xanî li ser cadeyeke giştî be yan li devereke baş be û xizmetguzariyên wekî av, elektrîk û kanalîzasyonê hebin, bihayê wê bilindtir dibe.”

Li gorî gotina Ebdulbaqî Şêx Mihemed piraniya mişteriyên ku xaniyan dikirin Kurd in bi taybetî jî ewên ku li derveyî welat dijîn xaniyan dikirin.

Şêx Mihemed di berdewamiyê jî de got,"Meaşên karmend û karkeran têra kirîna ti xaniyî nake.

Ji ber vê yekê hema hema kirîn tenê ji aliyê kesên ku li derveyî welat, li Ewropayê yan welatên din dijîn, tê kirin."

Kirîna erd û erseyan

Xwediyê ofîsa emlakfiroşiyê Ebdulbaqî Şêx Mihemed da zanîn ku daxwaz li ser kirîna erd û ersayan jî heye û bihayê wan li gorî cih û hebûna xizmetguzariyan diguhere.

Şêx Mihemed got, "Mînak, bihayê parselên li rojavayê Amûdê ku xizmetguzarî lê hene bilind bûye.

Berê parseleke 200 metrekareyî bi 7 hezar dolarî bû, niha bi 10 hezar heta 15 hezar dolarî tê firotin.

Her wiha bi metreyê jî tê firotin. Berê metreyek bi 35 dolarî bû lê niha bûye 40-45 dolar. Eger parsel li ser quncik be dibe ku bihayê metreyekê bigihîje 60 dolarî."

Pirsgirêka erdên "intîfa"

Yek ji pirsgirêkên sereke yên di kirîn û firotina zeviyên çandiniyê de, pirsgirêka "erdên intîfa ye" erdên sûd jê tên wergirtin).

Ev erd ew erd in ku dewletê di dema rejîma Beasê de bi zorê ji xwediyên wan ên Kurd standibûn û dabûn Erebên "mexmûr în" ku ji herêmên Tebqa, Reqa û deverên din anîbûn û li herêma Cizîrê bi cîh kiribûn.

Ebdulbaqî Şêx Mihemed li ser vê mijarê got, "Derbarê zeviyên çandiniyê bi taybetî li ser wan erdên ku milkê Kurdan bûn lê bi zorê ji wan hatin standin de nakokî hene.

Em wan erdan nakirin û nafiroşin, ji ber ku nakokî li ser wan hene.

Bi taybetî jî ji ber ku xwediyên wan erdan di vî warî de daxuyaniyek belav kirine û red dikin ku kes erdên wan ên çandiniyê yên di bin hukmê 'intîfa' de ne bikire."

Şêx Mihemed teqez kir ku ew tenê wan zeviyên çandiniyê ji bo firotinê pêşkêş dikin ku xwediyên wan ên rastîn in û "tapoya erdê" bi navê wan e.

Emlakfiroş Şêx Mihemed li ser sedema hin zeviyên intîfayê jî got, “Gelek xwediyên erdan ji ber zextên aborî neçar dimînin zeviyên xwe bifiroşin da ku deynên xwe bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst