Ji aliyê çepê ve Çiya Hozan, Derwîşa Kurdistan, Kemal Cûdî û Berxwedan Kobanê / Wêne: HSD - Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, 3 şervan di şerê li Bendava Tişînê de û şervanek jî li Kobaniyê di qezayeke leşkerî de canê xwe ji dest daye.
Nasnameyên şervanan hatin eşkerekirin
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şervanên bi navê Çiya Hozan (Newroz Cefer) a xelka Efrînê, Derwîşa Kurdistan (Murad Dag) ê xelkê Mêrdînê, Kemal Cûdî (Kemal Kinco) ê xelkê Kobaniyê di deşerê li Bendava Tişrînê de Berxwedan Kobanê (Tewfîq Ebdulrezaq Heto) ê xelkê Kobaniyê jî di qezayeke leşkerî de li Kobaniyê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniyê 3 şervanan 16ê Kanûna Paşîn a 2025an canê xwe ji dest daye lê Berxwedan Kobanê 18ê Çiriya Paşîn a 2015an canê xwe ji dest daye.
HSDyê ji malbatên şervanan re sersaxî sexwest û soza şopandina rêya wan da.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse