Hewlêr (Rûdaw) – Li Wanê 26 kes ji ber sedemên cuda hatin girtin.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û 7 parêzgehên Tirkiyeyê, di operasyoneke li dijî "sextekarî" û "avakirina rêxistina tawanan" de 74 kes hatin desteserkirin, ji wan kesan 26 kes hatin girtin.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Wanê doh ragihand ku operasyon li Wan, Colemêrg, Dêrsim, Dîlok, Enqere, Antalya, Stenbol û Mêrsînê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniyê, gumanbaran "rêxistineke tawanan" a ku navenda wê li Wanê ye ava kiriye û bi rêya hesabên bankan sextekarî kiriye.
Ji 74 kesên ku hatibûn desteserkirin, 38 kes ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan û 10 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
26 kesên din jî bi biryara dadgehê hatin girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse