Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, di yekemîn salvegera rûxîna desthilata Beasê ya li Sûriyeyê de peyamek belav kir û tekezî li ser sîstemeke "nenavendî" kir.
Salek di ser rûxîna desthilata Beasê ya Sûriyeyê re derbas dibe.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi vê minasebetê li ser hesabê xwe Xê daxuyaniyek da.
"Sûriye derbasî qonaxeke nû bû"
Mezlûm Ebdî di peyama xwe de rûxîna desthilata berê wekî qonaxeke nû û girîng nirxand û got:
"Salek berê, bi rûxîna rejîma mirî, Sûriye derbasî qonaxeke nû bû.
Ev qonaxeke girîng e ku em pê serbilind in û dawî li dehsalên zordarî û dabeşbûnê anî.
Em vê salvegerê li gelê xwe yê Sûriyeyê pîroz dikin ku vîna Sûriyeyiyan a ji bo avakirina paşerojeke li ser bingeha edalet, aramî, hevbeşî û parastina mafên hemû pêkhateyan piştrast dike."
"Peymana 10ê Adarê bingeh e"
Mezlûm Ebdî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser "Peymana 10ê Adarê" û wiha pê de çû:
"Qonaxa heyî berpirsyariyeke niştimanî ya hevbeş û diyalogeke berfireh li ser her kesî ferz dike ku berjewendiya Sûriyeyiyan di ser her tiştî re bigire.
Em pabendbûna xwe ya bi Peymana 10ê Adarê tekez dikin ku ew bingeh e ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî bi vîna gelê wê û bi nirxên azadî, edalet û wekheviyê hatiye parastin."
Çi bûbû?
Komên çekdar ên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîna 2024an êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kiribû.
Ew komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketibûn û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xistibû.
Heman koman 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kiribû û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ketibû bin kontrola wan.
Tehrîr El Şamê 5ê Kanûna Pêşîn bajarê Hemayê kontrol kiribû û piştre ragihandibû ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî bi dest xistiye.
Piştî kontrolkirina Humsê, HTŞyê 8ê Kanûna Pêşîna 2024an kontrolkirina Şama paytexta Sûriyeyê û rûxîna desthilata Beasê ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse