Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Me hêvî dikir ku em bi YNKyê re di demeke zû de hikûmeta nû ava bikin lê niha ji bo avakirina hikûmetê mercên nû hene.”
Mesrûr Barzanî her wiha tekez kir ku eger desthilat li Bexdayê ji destpêkê ve bi awayekî rast bihata dabeşkirin dê pirsgirêk çênebûna.
Wî her wiha da zanîn ku Bexda di mijara petrol û gazê de pişta xwe dispêre yasayên serdema rejîma berê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû ku li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê hat lidarxistin.
"Divê kesên ku destûrê binpê dikin werin cezakirin"
Mesrûr Barzanî şertên PDKyê ji bo beşdarbûna di hikûmeta nû ya Îraqê de anî ziman û got:
"Şertê me yê sereke pêkanîna destûrê ye. Em nikarin li welatekî berdewam bikin ku hertim binpêkarî li hemberî me tê kirin.
Divê mekanîzmayên bicihkirina destûrê hebin. Em dixwazin her kesê ku destûrê bin pê bike wekî berpirsyar were dîtin û were cezakirin."
"Yasaya hilbijartinê ne dadperwer e”
Mesrûr Barzanî derbarê hilbijartinên Îraqê wiha got:
"Pêvajoya dengdanê serketî bû lê kêşeya me bi yasaya hilbijartinê re heye.
Yasaya hilbijartinê ne dadperwer e. Me wekî PDKyê zêdetirî milyonek û 100 hezar deng wergirtine lê dema em bi hejmara kursiyên xwe re berawird dikin, em dibînin ku bêdadiyeke mezin heye."
Bi gotina Mesrûr Barzanî sedema serkeftina PDKyê di hilbijartinan de ew e ku wan xizmeta xelkê kiriye û PDK sîwanek e ji bo hemû wan kesên ku li Îraq û Kurdistanê dijîn.
"Çareserî yasaya petrol û gazê ye"
Mesrû Barzanî li ser mijara petolê jî got ku lihevkirina heyî ya ji bo hinartina "demkî" ye û wiha domand:
"Çareseriya yekcarî, li parlamentoya Îraqê derxistina yasaya petrol û gazê ye.
Hikûmeta Îraqê ji bo mijara petol û gazê pişta xwe bi yasayeke serdema rejîma berê girêdaye ku ji bo serdema niha ne guncaw e."
Barzanî amaje bi zererên rawestandina hinartina petrolê kir û got, "Ji ber rawestandina hinartina petrola Kurdistanê, zerer gihîşt hemû aliyan û ti kes serketî nebû."
"YNKyê ji ber postan hikûmet ava nekir, êdî mercên nû hene"
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî rexne li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girt û got:
"Me hêvî dikir ku em bi YNKyê re di demeke zû de hikûmeta nû ava bikin lê dema mijar hat ser postan, wê rijdî li ser hin postan kir ku bû sedema neavakirina hikûmetê.
Wan dixwest piştî hilbijartinên Îraqê hikûmet were avakirin, ji ber ku digotin dê PDK lawaz bibe.
Piştî hilbijartinên Îraqê, rewş cuda ye û mercên nû derketine pêş. Em dê li ser bingeha van mercên nû gotûbêjan bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse