Îskender Ertuş beşdarî CHPê bû

20-01-2022
RÛDAW
Nîşan Îskender Ertuş beşdarî CHPê bû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê eşîra Şerefan Îskender Ertuş îro li Enqerê bi merasîmekê beşdarî CHPê bû.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro li navenda giştî ya partiyê ya li Enqerê pêşwazî li Îskender Ertuş û şanda li gel kir ku serokê eşîra Şerefan e û yek ji kesayetên naskirî yê herêmê ye.

Serokê eşîra Şerefan Îskender Ertuş piştî civîna li gel Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya li navenda partiyê, di merasîmekê de beşdarî CHPê bû.

Kemal Kiliçdaroglu rozeta Îskender Ertuş ku kesayetekî naskirî ye li herêma Wan û Colemêrgê, pêşkêş kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Îskender Ertuş li ser navê 1037 kesan rozeta CHPê wergirt û bi fermî bû endamê wê partiyê.

Di merasîmê de Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Oguz Kaan Salici û Koordînatorê Maseya Rojhilat a CHPê Bariş Çelîk jî amade bûn.

Eşîra Şerefan beşek ji Ertoşiyan e ku konfederasyoneke mezin a eşîran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst