Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îraqê îro berê sibehê li Kerkûkê bi ser malbateke Kurd a li Taxa Newrozê de girt.
Leşkeran ji malbatê xwest ku xaniyê xwe vala bike.
“Wan êrişî min kir û li min xist”
Xwediyê xênî ji Rûdawê re axivî û behsa bûyerê kir.
Welatiyê Kurd got, “Ji min re gotin ku ez xênî vala bikim û derkevim lê min guh neda wan. Li ser vê yekê êrişî min kir û li min dan.”
Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed, li ser zimanê şahidan ragihand ku bûyer saet 03:00yan qewimiye.
Hat diyarkirin ku xwediyê malê û malbata xwe vegeriyane malê û pişt re leşkeran êriş kiriye.
#WÊNE - Artêşa Îraqê gelek hêz şandine Taxa Newrozê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 22, 2026
🛑 Artêşê bi ser Taxa Newrozê ya Kerkûkê de girtiye û Kurdan bi darê zorê ji malên wan derdixin#Kerkûk #Kurdistan pic.twitter.com/LABAB17J1q
Pirsgirêka xaniyan li dadgehê ye
Artêşa Îraqê wan xaniyên Taxa Newrozê wekî milkê xwe dibîne.
Lê berê jî malbatên Kurd li wan xaniyan rûdiniştin.
Pirsgirêka di navbera xwediyên wan xaniyan û artêşê de li dadgehê ye û hîn encam nedaye.
#WÊNE - Artêşa Îraqê malbata Şewket Resûl bi darê zorê ji mala wan a li Taxa Newrozê ya Kerkûkê derxist
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 22, 2026
📸Herdî Mihemed-Rûdaw pic.twitter.com/qRnrAvoYYp
“Ji bo nûjenkirinê derketibûm”
Xwediyê xênî ji Rûdawê re diyar kir, “Min ji bo nûjenkirinê xaniyê xwe vala kiribû lê ez îşev vegeriyam û ew hatin ser mala min.”
#VÎDEO - Kurdek dixwaze here mala xwe lê leşker nahêlin û wî didin ber dehfan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 22, 2026
🛑 Artêşa Îraqê bi ser Taxa Newrozê ya Kerkûkê de girtiye û Kurdan bi kotek û zorê ji malên wan derdixin#Kerkûk #Kurdistan pic.twitter.com/4ImUO9v8Ff
Wî behsa hûrgiliyên bûyerê kir û got:
“Artêşê xwest ez derkevim lê min got ‘Ev der mala min e ez naçim.’
Li ser vê yekê wan li ber çavên hevjîna min êrişî min kir û li min dan.”
#VÎDEO - Ev der Kerkûk e, Artêşa Îraqê bi ser maleke Kurdan de girtiye û wan bi darê zorê ji mala wan derdixin#Kerkûk #Kurdistan pic.twitter.com/jxBupAEc5u
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 22, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse