HSD: Tevî agirbestê êriş didomin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî agirbesta 4 rojan a ku îşev saet di navbera Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dest pê kiribû, ji qadê agahiyên êrişan tên.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê aşkere kir ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê, li bakurê Reqayê êrişeke berfireh li Zindana El-Ektanê ku zêdetirî 2 hezar DAIŞî tê de girtî ne pêk anî.

Rojnameger Gulê Hoşeng diyar kir ku tevî biryara agirbestê êriş ranewestiyane û wiha got:

"Tevî ku agirbestê dest pê kiriye, êrişên li dijî me didomin. Bi 6 dronên xwekuj êrişî hêzên me hat kirin.

Di vê êrişê de 3 hevalên me yên HSDyê şehîd ketin."

HSDyê ragihand ku li derdora zindanê gulebaraneke dijwar heye û şervanan ji bo têkbirina êrişê berxwedaneke xurt nîşan daye.

Îlham Ehmed: Amerîka ji ewlehiyê berpirsyar e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê piştî êrişan bangî Washingtonê kir.

Îlham Ehmedê diyar kir ku Zindana El Ektanê rastî topbaraneke dijwar tê û wiha got:

“Hêzên leşkerî yên Amerîkayê ji ewlehiya wê hêza ku zindanê diparêze berpirsyar in.

Divê Amerîka berpirsyariya xwe ya li hemberî van hêzên ku mil bi mil li dijî terorê şer kirine, bi cih bîne.”

Îlham Ehmedê her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê Amerîka wekî "garantorê" pêvajoya agirbestê bikeve dewrê û çavdêriya pêvajoyê bike.

Li Hesekê û Zirganê pevçûn hene

Binpêkirinên agirbestê tenê bi Reqayê re sînordar neman.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, komên girêdayî hikûmeta Şamê, li başûrê Hesekê li ser rêya stratejîk a bi navê "Rêya Spî" bi çekên giran êrişî gundê Til Barûdê kirin.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku ev nêzîkî nîv saetê ye bajarokê Zirganê jî rastî topbaraneke dijwar tê.

HSDyê da zanîn ku di heman demê de li herêmê liv û tevgereke SÎHAyên Tirkiyeyê jî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst