Herêma Kurdistanê li ser peymanên petrolê bersiv da Îraqê

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Çavkaniyên Xwezayî Îraq Petrol Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser her du peymanên li Washingtonê bersiv da Wezareta Petrolê ya Îraqê û got, "Ev peymanên nû nînin û beriya çend salan hene û dadgehên Îraqê jî bi yasayîbûna wan qebûl kiriye."

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê îmze kirin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar kir ku peymanên kompanyayên Amerîka û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê betal in û ew wan peymanan nas nake.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê derbarê îmzekirina peymanan bi daxuyaniyekê bersiv da daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Îraqê.

Wezareta Petrolê ya Îraqê gotibû, "Em rêkarên taybet bi peymanên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo hilberînên li Kêlgeha Mîran û Kêlgeha Topxane-Kurdemîrê yên li parêzgeha Silêmaniyê red dikin."

Wezareta Petrolê ya Îraqê her wiha got, "Tevî pêwîstiyan ji bo geşkirina qebareya hilberîna gazê û tijîkirina pêwîstiyên navxweyî ji bo stasyonên karebayê lê ew rêkarên ku Herêma Kurdistanê wergirtine bi eşkere dijî yasayên Îraqê ne.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê armanca wan peymanan ên bi kompaniyên Amerîkî re zelal kir û ragihand ku armanca wan ew e ku "bi zêdekirina hilberîna gaza xwezayî ji bo xebitandina santralên elektrîkê yên li Îraqê, daxwaza navxweyî bicîh bînin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, "Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li ser hemû maf û desthilatên xwe yên destûrî dike wekî saziyeke federal di çarçoveya Destûra daîmî ya Îraqê de."

"Peyman ne nû nin"

Derbarê peymanan de, wezaret dibêje: "Ew her du peymanên ku wezareta me digel her du kompaniyên Amerîkî HKN û WesternZagros îmze kirine, peyman û grêbestên nû nînin belkî beriya çend salan hene û dadgehên Îraqê jî yasayî û rêwabûna wan qebul kirine û ti pirsgirêkeke yasayî ya wan nîne."

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî diyar kir ku guhertinên di peymanan de tenê di şîrketên cîbicîkar de hatine kirin û ev guhertin di çarçoveya qanûnî de hatine kirin.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di beşeke din a zelalkirina xwe de tekezî li ser vê yekê jî kiriye ku her du kompaniyên Amerîkî, "çend sal in bipêşxistina veberhênanê dikin di warê petrol û gazê de û ji berhêmnerên sereke yên petrola Herêma Kurdistanê ne û veberhênerên nû nînin."

Mesrûr Barzanî serperiştiya îmzekirina peymanan kir

Bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, doh li Washingtona paytexta Amerîkayê di warê enerjiyê de di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û 2 kompanyayên mezin ên Amerîkayê 2 peymanên petrolê hatin îmzekirin.

Kompanyayên petrolê, HKN Energy û Western Zagros bi awayên cuda du peymanên mezin û girîng di warê pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin. 

Her du kompanyayên HKN Energy û Western Zagros ji berê ve karê wan li Herêma Kurdistanê heye û li kêlgehên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê kar dikin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed diyar kir ku bi 2 kompanyayên Amerîkayê re 2 peymanên enerjiyê hatine îmzekirin ku bihayê wan zêdetirî 100 milyar dolar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst