Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand ku artêşa Tirkiyeyê di çend rojên borî de gelek caran êrişî ser baregehên wan ên li Başûrê Kurdistanê kiriye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da.
Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya xwe da zanîn:
“Artêşa Tirkiyeyê 17-18ê mehê sê caran bi top û balafirên şer êrişî baregehên me yên li deverên Metîna û Gareyê kiriye.”
HPGyê ragihand ku gerîlayan “di çarçoveya mafê xwe yê rewa de” bersiva êrişên artêşa Tirkiyeyê daye.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand, di hefteyekê 3 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest daye.
Êrişên artêşa Tirkiyeyê di demekê de ne ku Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê ji PKKyê xwest ku kongreyê li dar bixe, xwe fesix bike û çekan deyne.
PKKyê 12ê Gulanê encama Kongreya 12emîn ragihand ku 5-7ê Gulanê hatibû lidarxistin.
PKKyê biryara xwefesixkirinê û bidawîanîna têkoşîna çekdarî da.
Berdevkê pêwendiyên derve yên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zagros Hîwa roja înê di hevpeyvînekê de bi Stêrk TVyê re ragihand, biryarên kongreya PKKyê tenê ji bo “bidawîanîna têkoşîna çekdarî” hatine dayîn.
Zagros Hîwa da zanîn, “Ji ber ku niha zemîneke wisa nîne kesî behsa danîn û radestkirina çekan nekiriye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse