2 Pêşmerge şehîd ketibûn: Serok Barzanî ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest

23-10-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Pêşmerge Mexmûr Çiyayê Qereçoxê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji malbatên Pêşmergeyên ku li Çiyayê Qereçoxê şehîd ketibûn re sersaxî xwest.

Doh saet derdora16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derketibû.

Di şer de du Pêşmergeyên bi navê Qehar Cehwer Qehar û Hawrê Cewher Rehman canê xwe ji dest dabû.

Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê bi her du malbatan re axiviye û ji wan re sersaxiyê xwestiye.

Wezareta Pêşmergeyan li ser şer û pevçûnên Pêşmerge û artêşa Îraqê yên li Mexmûrê daxuyaniyek da.

Wezareta Pêşmergeyan da zanîn ku ev şer û pevçûnên doh ên li Mexmûre “xemnak” in û ji her du aliyan qurbanî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst