Mesrûr Barzanî bi Erdogan re civiya

20-06-2023
RÛDAW
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku bi serdanekê li Tirkiyê ye, li Enqerê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 20ê Hezîranê bi serdanekê gihîşt paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Di civînê de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî amade bûye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha dê paşê bi awaykî cuda bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û hejmarek berpirsên din ên hikûmeta Tirkiyê re jî hevdîtinan bike.

Li gor zanyariyan, peywendiyên navbera Hewlêr-Enqerê û pêşxitina wan peywendiyan, rewş û geşedanên li Iraq û navçeyê dê mijarên sereke yên civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên bi rayedarên Tirkiyê re bin.

Piştî hevdîtinê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku wî pîrozbahî li Erdogan kir ku careke din wek serokkomar hat hilbijartin.

Herwiha Barzanî got “Me li ser pêşdebirina peywendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.”

Li aliyê din Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyê jî di derbarê civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de daxuyaniyek belav kir û tê de wiha dibêje “Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê pêşwazî li Serokwezîrê Rêveberiya Herêmî ya Kurd a Iraqê Mesrûr Barzanî kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst