Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê di êrişa xwe ya asmanî ya hate niha ya herî mezin de ji tesîsên nukleerî yên Tehranê bigire heta baregehên mûşeka, ji binesaziya petrol û gazê heta televîzyona dewletê gelek xalên krîtîk û stratejîk kir hedef.
Di êrîşan de herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li Rojhilata Navîn şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ku şeş roj in didomin, gihîştin asteke nû.
Îran û Îsraîl di roja şeşemîn a pevçûnan de, yek ji rûbirûbûnên xwe yên leşkerî yên heta niha ya herî tund pêk anîn.
Vê rewşê fikarên ku dibe ku şer li herêmeke berfirehtir belav bibe, zêdetir kir.
Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku Îranê dest bi êrişeke nû ya mûşekan kiriye û sîstemên parastina asmanî ketine dewrê.
Piştre Îranê hişyarî da niştecihên bajarê Hayfa yê Îsraîlê ku bajarê xwe vala bikin.
Tesîsên nukleerî di hedefê de ne
Îranê di êrişên asmanî yên berfireh de ku şeva înê ya borî dabû destpêkirin, rasterast tesîsên nukleerî yên Îranê kir hedef.
Di wan êrişan de hem zanyarên nukleerî û hem jî fermandarên leşkerî hatine kuştin.
Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) ragihand ku Îsraîlê du tesîsên hilberîna santrîfûjan hedef girtine.
Tesîsa Natenzê
Natenz, ku mezintirîn tesîsa zengînkirina uranyumê ya Îranê ye, yek ji hedefên ewil ên êrişan bû.
Di êrişên li dijî vê tesîsa ku nêzîkî 225 kîlometre başûrê Tehranê ye de, beşên wê yên binerd rasterast bûn hedef.
Dîmenên peykê nîşan didin ku tûnelên di binê erdê de hilweşiyane.
Tesîsa Îsfehanê
Îsraîlê her wiha Navenda Teknolojiyê ya Îsfehanê jî hedef girt ku li derveyî Tehranê ye û tesîseke din a girîng e ku di hilberîna sotemeniya nukleerî ya pêşketî de tê bikaranîn.
Hat diyarkirin ku li vir li laboratuwarên ku gaza uranyumê vediguherînin forma zengînkirî, hatiye xistin.
Tesîsa Fordoyê
Tesîsa binerd a Fordoyê ku li bakurê rojavayê Tehranê di nava çiyayekî de hatiye avakirin, ji êrişan bêbandor ma.
Lê belê, ev der ew qasî parastî tê dîtin ku tenê bi cebilxaneyên taybet ên ku di destê artêşa Amerîkayê de ne, dikare were hedefgirtin.
Lêdana Fordoyê, dê bibe pêngavek ku rasterast bandorê li şiyana Îranê ya hilberîna çeka nukleerî bike.
Zanîngeh û navendên lêkolînê
Îsraîlê hin zanîngehên ku bi bernameya nukleerî ve girêdayî ne jî hedef girtin.
Saziyên wekî Zanîngeha Şehîd Recaî û Zanîngeha Teknolojiyê ya Malik Eşter, di bin dorpêçên (cezayên) Amerîkayê de ne û wekî bi sêwirana çeka nukleerî ve têkildar tên dîtin.
Baregehên mûşekan jî di hedefê de bûn
Artêşa Îsraîlê tenê roja sêşemê 12 baregehên avêtin û depokirina mûşekan ên Îranê hedef girtin.
Yek ji êrişên herî balkêş li ser tesîseke mûşekan a li Kirmaşanê pêk hat.
Li gorî dîmenên peykê, deriyên tûnelên binerd û navendên kontrolê zerereke mezin dîtine.
Berê xwe da binesaziya enerjiyê
Îran xwediyê duyemîn rezerva herî mezin a gaza xwezayî û çaremîn rezerva herî mezin a petrola xam a cîhanê ye.
Dawiya hefteyê, Îsraîlê binesaziya enerjiyê ya Îranê jî hedef girt.
Tesîsên gaza xwezayî û petrolê
Hêzên Îsraîlê êrişeke mezin birin ser bîra petrolê ya Şahranê ku li bakurê Tehranê ye.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûn û ji aliyê The Times ve hatin piştrastkirin de, hat dîtin ku gogeke mezin a agirî tesîsê dorpêç dike.
Herwih Wezareta Petrolê ya Îranê ragihand ku yek ji tesîsên herî mezin ên hilberandina gaza xwezayî ya welêt jî hatiye hedefgirtin.
Binesaziya leşkerî û medyayê
Roja înê, balafirgeheke leşkerî ya li bajarê Tebrîzê yê li bakurê rojavayê Îranê jî hat lêdan.
Şeva duşemê jî navenda giştî ya televîzyona dewleta Îranê rastî êrişê hat.
Di dema weşana zindî de dema ku pêşkêşvana wê diaxivî, di avahiyê de teqînek çêbû û demeke kurt şûnde jî ji studyoyê dengê qêrînê bilind bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse