Wezareta Pêşmerge û Wezarta Berevaniya Iraqê îro sê xalan gotûbêj dikin

20-07-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Wezareta Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê îro gihîşt Herêma Kurdistanê û li gel Wezareta Pêşmerge karê hevbeş û zêdebûna tevger û êrîş û çalakiyên DAIŞê gotûbêj dikin.

Liv û tevgera DAIŞê bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê û hinek navçeyên Sunnenişîn ên Iraqê  zêde bûne. Êrîşên wan li navçeyên cuda yên sînorê Xaneqînê heta sînorê Kerkûkê û Mexmûr zêde bûne.

Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge, Lîwa Qareman Kemal ji Rûdawê re ragihand: “Artêşa Iraqê hinek caran operasyonan li dijî DAIŞê li wan navçeyan encam dide. Lê pirsgirêk bi operasyonan çareser nabe. DAIŞ di dema operasyonê de vedikişe û piştre vedigere. pirsgirêk bi bicihkirina hêzê çareser dibe.”

Şandên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê heta niha sê civîn kirine û îro li Hewlêrê civîna çarem jî dikin.

Li gor raporta Peymangeha Navdewletî ya ji bo Rûbirûbûna Terorê, di çarêka yekem a îsal de DAIŞê li Iraqê 566 êrîş pêk anîne. Li gorî raportê, êrîşên DAIŞê di sala 2019an de berawird bi sala 2018an, nêzîkî 200 êrîşê zêde bûn.

Herwiha sala 2020an, yekem car bû 15yê Gulana 2020an, vîdyoyeke 50 xulekî, bi navê serjêkirin belav kir, tê de, wan kiryarên nîşan dide, ku sala 2020an li Iraqê encam dabûn.

Tevgera çekdarên DAIŞê bêhtir li navçeyên Kurdistanî yên derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, û hinek navçeyên Sunnenişîn ên Iraqê ne. Êrîşên wan ji navçeyên cuda yên sînorê Xaneqîn heta sînorê Kerkûkê û Mexmûr zêde bûne.

Ji 16yê Oktobera 2017an ve hevahengî di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, kêm bûye.

Ev çarem civîna Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê ye.

Li gor zanyariyan, danûstandinên herdu aliyan dê li ser sê xalan dibe: “Dirustkirina hevahengiyê ji bo tijîkirina wê valahiya ewlehî, ku di navbra herdu hêzan de heye, herwiha dirustkirina Odeya Operasyonên Hevbeş û danîna bazgeha hevbeş di nav Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, li deriyên bajaran, li Kerkûk, Diyale û Neynewayê.”

Eger Wezareta Pêmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê bigihêjin rêkeftinê, wê yekem rêkeftina fermî be, di navbera herdu aliyan de, piştî bûyerên Oktobera 2017an.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst