Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê TOKÎ dixwaze ji bo çêkirina avahiyan 300 darên zeytûnan jê bike.
Gundiyên ku bi van daran debara xwe dikin, li dijî projeyê derdikevin.
Li gundê Agabeyê yê navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê Saziya Avakirina Xaniyên Bikom (TOKÎ) plan dike ku li şûna 300 darên zeytûnan 7 avahiyan çêbike.
Gundî li nav baxçeyên zeytûnan kom bûn, nerazîbûn nîşanî biryarê da û daxwaza rawestandina projeyê kir.
Elîf Yuksela ku yek ji xwediyên baxçeyan e diyar kir ku ew bi van daran debara xwe dikin û got:
“Ji bo 7 avahiyan dê 300 darên me yên zeytûnan ên 50 salî bibirin.
Em bi van zeytûnan debara xwe dikin. Wekî din tiştekî ku em pê debara xwe bikin, nîne.
Erdhej bi serê me de hat, malên me xirab nebûn lê dixwazin zeytûnên me û debara jiyana me ji me bistînin.
Ji ber erdhejê avên me çikiyan û em nikarin darên xwe av bidin.
Em nikarin tiştekî bikin, zeytûnên me ji me nestînin û ji bo Xwedê alîkariya me bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse