Li Qamişloyê operasyon: Bazirganekî madeyên hişbir hat kuştin

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê Madeyên Hişbir Operasyon Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li Qamişloyê li dijî bazirganên madeyên hişbir operasyonek li dar xist.

Di operasyonê de, bazirganekî madeyên hişbir hat kuştin û endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn canê xwe ji dest da.

Her wiha bazirganek û 4 endamên din ên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn û çend kes jî hatin desteserkirin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku operasyon roja şemiyê li gundê Tertebê yê başûrê Qamişloyê hatiye lidarxistin.

“Bazirgan berê endamê Dîfa El Wetenî bû”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dema serdegirtina mala bazirganekî madeyên hişbir de ku berê endamê Dîfa el-Wetenî bûye, ji gelek aliyan ve gule li hêzên ewlehiyê hatine reşandin û ew neçar mane ku bersivê bidin.

Li gorî daxuyaniyê, di encama pevçûnan de, endamekî Yekîneya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir canê xwe ji dest daye û 4 endam jî birîndar bûne.

Her wiha bazirganekî madeyên hişbir hatiye kuştin, yek birîndar bûye û gelek kesên din ên ku biryara lêgerîna wan hebû hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo girtina kesên din herêm dorpêç kiriye.

Her wiha hat gotin ku piştî lêpirsîn bi dawî bibe dê hûrgiliyên zêdetir ji raya giştî re werin parvekirin.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser berdewamiya têkoşîna li dijî madeyên hişbir hat kirin û hat gotin:

“Em wekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelê xwe yê bi hemû pêkhateyan piştrast dikin ku xebatên me yên ji bo têkoşîna li dijî belaya madeyên hişbir dê berdewam bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst