Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku Wezîrê Parastinê plana taybet a kontrolkirina Xezeyê pesend kiriye û nêzîkî 60 hezar leşkerên yedek ji bo wî erkî erkdar kirine.
Berdevkekî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê eşkere kir ku Wezîrê Parastinê Israel Katz plana taybet a kontrolkirina Xezeyê pesend kiriye.
Wî her wiha got ku di planê de çend rêkar hene û ya herî diyarker jî erkdarkirina 60 hezar leşkerên yedek e ji bo vî erkî.
Berdevkê artêşa Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir ku ev hewldanek e ji bo zextê li Hemasê bikin û bigihîjin rêkeftineke agirbestê.
Qebûlkirina agirbestê
Ev daxuyaniyên berdevkê Wezareta Parastinê piştî wê yekê hatin ku Hemasê pêr razîbûna xwe ji bo pêşniyareke Misirê ya agirbestê nîşan da.
Li gorî medyaya Amerîkayê, pêşniyar agirbesteke 60 rojî, vekişîna artêşa Îsraîlê ji beşekî Xezeyê û hêsankirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê li xwe digire.
Her wiha di pêşniyarê de tê gotin ku dê 10 dîl bên berdan û termên 18 dîlan bên radestkirin.
Di berdêla vê de, Îsraîl dê 140 girtiyên Filistînî û hemû girtiyên jin, keç û yên di bin 18 saliyê de serbest berde.
Li gorî du çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê, hikûmeta Îsraîlê niha pêşniyara agirbestê dinirxîne û dê paşê bersiva xwe bide welatên navbeynkar.
Biryara Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê di demekê de tê ku kabîneya şer a wî welatî di 8ê vê mehê de biryara berfirehkirina operasyona leşkerî ya li ser Kerta Xezeyê dabû û gefa kontrolkirina tevahiya kertê xwaribû ku niha ji sedî 75ê wê di destê Îsraîlê de ye.
Êrişa Hemasê
Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî Îsraîlê kiribû û Îsraîlê jî pişt re bi mûşek û êrişên bejayî bersiv dabû.
Li gorî amarên fermî yên Îsraîlê, di êrişa Hemasê de hezar û 219 kes hatin kuştin û 250 kesên din jî wekî dîl hatin girtin.
Her wiha li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, di êriş û bombebaranên Îsraîlê de 62 hezar û 64 Filistînî hatine kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse