Konsulê Rûsyayê: Kurdistan dilê dinyayê ye

24-09-2020
RÛDAW
Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê Oleg Vlademiroviç
Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê Oleg Vlademiroviç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê Oleg Vlademiroviç dibêje Kurdistan dilê dinyayê ye û ew gelek kêfxweş e ku li Kurdistanê ye.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê Oleg Vlademiroviç beşdarî bernameya Rûdawê ya bi pêşkeşkariya Kanî Helebceyî bû û derbarê karûbarên xwe yê li Herêma Kurdistanê de got: “Kar bêtir tiştên rotînî ne. Belge û kaxez, şandina nameyan, amajekirin, îmzekirina belgename, paseportên geştê û welatînameyan.”

Oleg Vlademiroviç diyar kir ku li Kurdistanê bo daxwaza vîzekirina bo geşta Rûsyayê berî korona gelek serdankerên wan li Kurdistanê hebûn û gelek kesan dixwest derfeta wan a çûna Rûsyayê hebe û got: “Geştyar hebûn, herwiha xwendekarên Kurd ku dixwestin herin li Rûsyayê bixwînin lê li gor demsalê diguhere. Havînê û destpêka payîzê bêtir xwendekar in. Destpêka havînê bêtir geştyar in û yên ku bi berdewamî û herdem pir in bazirgan in.”

Vlademiroviç kêfxweşiya xwe bi wê yekê nîşan da ku ji ber ku ew li Kurdistanê ye û got: “Li nexşeya cîhanê binere. Kurdistan di navenda nexşeyê de ye. Ev Îran e. Ev Kurdistan e. Kurdistan dilê dinyayê ye, dilê dinyayê. Ez pir kêfxweş im ku li Kurdistanê me.”

Vlademiroviç anî ziman ku ew pir dixwaze here daristaneke Rûsyayê û wiha pê de çû: Cudahiya navbera Rojhilata Navîn û Herêma Kurdistanê di xwezayê de ye. Wek nimûne çiyayî ye, yan biyaban, mebesta min ne biyaban e, mebesta min bejahî ye. Lê li Rûsyayê dîmen hergav keskahiyeke zêde li xwe digirin. Mebesta min dar, daristan û darkok in. Ez dixwazim li navenda daristanê bim da ku hest bi rengê kesk bikim û jê têr bibim.”

Derbarê keşûhewaya Kurdistanê de Vlademiroviç jî got: “Bi rastî ez ji germê hez dikim. Ez ji seqaya germ hez dikim. Ez li Rûsya li bajarê Moskowê ji dayik bûm. Li wir şeş mehan hemû sar e. Berf û baran e. Atmosfera vir bi min xweş e, pir civakî ye. Ez bi awayekî kurdînî têm mêvandarîkirin. Ev pir bi min xweş e.

Herwiha Vlademiroviç: da zanîn ku ew divê ew ji bo fêrbûna zimanê kurdî hewl bide û got: “Hin peyv di zimanê kurdî de hene wek rûsî ne, wek nimûne spasîba, spas,  jin, jin ango jin. Bira dîsa ango bira. Erê gelek peyvên wisa hene wek hev in.”

Vlademiroviç destnîşan kir ku wî serdana çend deverên Kurdistanê kirine û dixwaze bêtir deverên Kurdistanê bibîne û got: “Min serdana Silêmaniyê û herwiha Duhokê kiriye. Min serdana hin cihên li derdora Hewlêrê kiriye. Wek Pîrmam, Şeqlawe, lê bi min xweş e serdana cihên bêtir bikim.

Li ser pira Vlademiroviç “Tu jiyana xirîstiyanan li vir çawa dibînî, mafên wan û bihevrejiyan bi giştî?” wiha axivî: “Bi rastî ev pir giring e. Ez dixwazim rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bilind binirxînim, bo hewlên ku didin ji bo pêkanîna aramî û lêborînê di navbera olên cuda yên vir de. Ev tiştekî pir qeşeng e û cihê rêzê ye û pir alîkar e, ji bo geşbûna siyasî û mecalên din.”

Bi gotina Vlademiroviç kebaba Hewlêrê xweştirîn kebaba hemû Iraqê ye.

Konsul tevlîhevbûna kultûran jî bi me didin nasîn. Tevlîhevbûna kultûran jî gelek caran hin tiştên din ji me re dibêjin. Wek nimûne wekheviya çandên mirovatiyê, wek nimûne tenê di vexwarina çayê de gelek tiştên wan mîna yên me ne û me gelek tişt ji wan wergirtine. Wek nimûne dibêjin ji zemanên kevn ve ji ber ku ji semawerê ça pir germ bû, lewma xistine binikên îskanan û vexwarine, eynî wek li ba me. Lê ya herî balkêş ew e ku peyva semawer peyveke rûsî ye. Sema ango xwe, wer ango kelandin, xwe-kelandin. Semawerê me jî peyveke rûsî ye.                   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst