HSD: Komên çekdar ên Şamê êrişî hêzên me kir

20-09-2025
Nîşan HSD Çekdar Şam Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku droneke komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li Dêr Hafirê êrişî xaleke wan a leşkerî kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û tê de hat gotin ku piştî nîvro dronekê xaleke wan a leşkerî kiriye armanc.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên wan "demildest bi derbên deqîq bersiv daye çavkaniyên êrişê" û di encamê de êrişkar neçar mane ku vekişin.

“Hêzên me demildest bi derbên deqîq bersiv da”

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha ye:

“Droneke komên çekdar ên hikûmeta Şamê Îro piştî nîvro li devera Dêr Hafirê xaleke me ya leşkerî kir armanc.

Di êrişê de ti ziyanên canî û madî çênebûn.

Hêzên me demildest bi derbên deqîq bersiv da çavkaniyên êrişê, derbên baş li wan xistin û êrişkar neçarî paşvekişînê kirin.

Hêzên me amadebûna xwe ya tam a ji bo rûbirûbûna her destdirêjiyê ducare dikin û diyar dikin ku bersiva me dê her tim li hemberî her kesê ku hewl bide xal û şervanên me bike armanc bibiryar be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst