Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ji rê derket û teqle da, di vê qezayê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 34 AK 7184 a ku Mevlut G.yê 53 salî diajot li ser rêya Erzingan-Sêwazê teqle da.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê cendirme, polîs, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Ajokarê birîndar û kesên din ên di otomobîlê de Ahmet G.yê 61 salî û Efendî G.yê 49 salî, bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Refahiyeyê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gaziyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê ya Erzinganê.
Efendî G.yê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Refahiyeyê dihat dermankirin nehat rizgarkirin.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Mevlut G. û Ahmet G. ne baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse