Komîsyonê biryar da: Heyet diçe Îmraliyê

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Komîsyon Îmrali Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan AK Partî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê di dengdanê de biryar da ku heyetek Abdullah Ocalan ziyaret bike.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro civîna xwe ya 18emîn li dar xist.

CHPyê berê ragihandibû ew dê nûnerekî neşîne û piştî ku biryar hat dayîn civîn bi awayekî girtî bê kirin, ji salonê derket.

Piştî derketina CHPyê, di navbera endamên mayî de dengdanê dest pê kir.

Komîsyonê di encama dengdanê de biryar da ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Endamên Komîsyonê yên MHP, AK Partî û DEM Partiyê dengê "erê" da. 

Di dengdana ku li pişt deriyên girtî hat kirin de, bi piraniya dengan biryara "erê" derket.

CHP ji ber ku civîn bi awayekî girtî bû, ji salonê derket û beşdarî dengdanê nebû.

Di dengdanê de Demokrat Partiyê (DP) û Partiya Çep a Demokratîk (DSP) dengê "na" da.

Her wiha HUDA PARê dengê "na" da.

Partiya Yenîden Refahê jî wekî CHPyê beşdarî dengdanê nebû.

Du endamên Koma Rêya Nû jî dengê "bêalî" da.

Pêşniyara SEGBISê hat redkirin

Koma Rêya Nû pêşniyar kiribû ku hevdîtin bi rêya SEGBISê (Sîstema Deng û Dîmenan) bê kirin lê ev pêşniyar di encama dengdanê de hat redkirin.

Divê hemû partiyên siyasî heta sibe navên endamên xwe yên ji bo şandeya Îmraliyê diyar bikin.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kiribû ku dê Gulîstan Kiliç Koçyîgit li ser navê DEM Partiyê biçe Îmraliyê.

Li aliyê din, Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz jî diyar kir ku ew dê li ser navê MHPyê here Îmraliyê.

Tê payîn ku Komîsyon hefteya pêşiya me here Îmraliyê.

Encama dengdanê wiha ne:

Dengên Erê: 32

AK Partî, MHP û DEM Partiyê bi hemû endamên xwe yên amade piştgirî da biryarê (ji AK Partiyê Kurşad Zorlu tevlî civînê nebûbû).

Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) jî dengê "erê" da.

Dengên Na: 3

Demokrat Partiyê (DP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP) û HUDA PARê li dijî ziyaretê derketin.

Dengên Bêalî: 2

Du endamên Koma Rêya Nû dengê "bêalî" bi kar anî.

Boykot: 12

CHP û Partiya Yenîden Refahê beşdarî dengdanê nebûn û di dema dengdanê de ji salonê derketin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst