Nasnameyên 4 şervanan hatin eşkerekirin

17 xulek berê
RÛDAW
Nîşan HSD Nasname Şervan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 4 şervanên ku li îsal canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku li Kobanî, Heleb û Tebqayê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HSDyê da zanîn ku şervanên wan Şukrî Hemê Beşar, Mihemed Henan Bilal, Hisên Elî Hisên û Egîd Tolhildan dema ku erkên xwe pêk dianîn, di rewşên cuda de canê xwe ji dest daye.

HSDyê sersaxî ji malbatên wan re xwest û soz da ku ew ên dilsozên bîranîna wan bin û heta pêkanîna armancên wan têkoşînê berdewam bikin.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 4 şervanan wiha ne:

Şukrî Hemê Beşar li Kobaniyê ji dayîk bûye û 17ê Kanûna Pêşîn a 2025 di qezayekê de canê xwe ji dest daye.

Ebû Hecî (Mihemed Henan Bîlal) li Efrînê ji dayîk bûyer û li bajarê Helebê 17ê Kanûna Pêşîn a 2025 ji nexweşiyeke giran canê xwe ji dest daye.

Elî (Hisên Elî Hisên) li bajarê Tebqayê ji dayîk bûye û li wî bajarî jî 17ê Kanûna Pêşîn a 2025 ji nexweşiyeke giran canê xwe ji dest daye.

Egîd Tolhildan (Silêman Elî) li bajarê Dêrikê ji dayîk bûyer û Helebê 8ê Kanûna Pêşîn a 2025 di qezayeke leşkerî de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst