Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî dagirkirinê, ligel guhertina demografyayê, tiştên çanda wê herêma Kurdî jî têne dîtin weke li ser cadeyên bajêr hêştir ango deve tê gerandin.
Di van 5 salan de li Efrînê pêşhateyên zêde mezin ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve wek talankirin, kuştin û guhertina demografî û çandê çêbûne.
Deve, yan jî bi zravayê Efrîniyan hêştir li nav çadeyên Efrînê tê gerandin. Ev tiştekî ji kultûr taybetmendiya Efrînê xerîb e. Di destpêka dagîrkirinê de, Erebekî hawirde dermanxaneya koçberekî kiribû qesabxaneya deveyan.
Di raporteke taybet de ku partiya El Wehde belav kiriye, ji pênc salan ve, hêzên Tirkiyê dest danîne ser 14 gundên Efrînê û nehiştine nişteciyên wan vegerin.
14 Gundên ku dest bi ser de hatine girti:
- 4 gund li Şera: Qestel Cindo, Bafelûn, Sînka, Barava
- 6 gund li Rûbariya: Cilbir, Kuwêlê, Dêr Mişmiş, Zrîkat, Basilê, Xalta
- 2 gund li Raco: Gundê Çiyê, Gundê Dêrwîş
- 1 gund li Bilbilê: Şêxûrzê ku 3 beş in
- 1 gund li Cindirêsê: Tilif
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdeyê Mehmûd Mihemed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê jenosîdê li dijî gelê Kurd dikin.
Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya El Wehdeyê Mehmûd Mihemed dibêje: “Binpêkirina Tirkan û çekdarên wan ên tundraw em bi zimanên Kurdî, Erebî, Fransî û Îngilîzî belav dikin û didin cihên berpirsiyariyê ji bo şermezarkirina Erdogan ku armanca wî ew e ku tişt ji Kurdan re nemîne û demografî were guhertin. Herwiha diyar e li Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê rû didin. Rojanê li wan deran bûyerên destdirêjî û talan dibin û rojane xelk digirin û wan direvînin. Bi rastî li hemberî xelkê me jenosîd tê bikar tê.”
Li gorî raporeke Encûmena Parêzgeha Helebê ya azad ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ye, ji koka 800000 nişteciyên Efrînê tenê 132.000 kes li herêma xwe mane
Li hember jî 415000 hawirde li herêma Efrînê hatine niştecîkirin. Lê li gorî zanyariyên Rûdawê ji herêmê wergirtine, hejmara Ereb û Tirkumenên hawirde ji vê hejmarê pir mezintir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse