Îraqê biryara vegerandina mal û milkên Kurdan da: Serok Barzanî peyamek da

21-01-2025
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Îraqê Serok Mesûd Barzanî Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser qebûlkirina projeyasaya vegerandina mal û milkên Kurdan ên li Kerkûkê peyamek belav kir û got, “Vegerandina mafê xwedîmafan e.”

Parlamentoya Îraqê projeyasayên vegerandina mal û milkên Kurd û Tirkmenan ên li Kerkûkê, efûya giştî, rastkirina yasaya medenî qebûl kirin.

Serok Barzanî piştî wê biryarê peyamek belav kir û ragihand:

“Ev biryar li cihê xwe ye û vegerandina mafê xwedîmafan e, ji ber vê ez destxweşiyê li Serokatiya Parlamentoya Îraqê, fraksiyonên Kurdistanî û hemû wan aliyan dikim ku rola wan di derbaskirin û pejirandina vê yasayê de hebû.”

Derbaskirina van projeyasayan bi destê yekrêziya aliyên Kurdistanî bû.

Serok Barzanî li ser vê yekê anî ziman:

“Ez hêvîdar im ku ev bibe destpêkek ji bo rastkirin û çareserkirina hemû wan şaşî û nerastiyên ku li dijî berjewendiyên welatiyên Îraqê di dirêjahiya dîroka dewleta Îraqê de hatine kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst