Xwenîşandanên li Sûriyeyê: Heqaret li Kurdan hatin kirin

29-11-2025
Hisên Omer
Nîşan Xwenîşandan Sûriye Rojavayê Kurdistanê Kurd Heqaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek bajar û bajarokên Sûriyeyê, xwenîşandanên ku bi banga Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hatibûn lidarxistin, li hinek cihan veguherîn qada bêrêziya li hemberî Kurdan.

Li bajarê Minbicê di xwenîşandanekê de sindoqa boyaxkirina solan hat bilindkirin û bi sedan xwenîşanderan bi yekdengî wekî bêrêziyekê li dijî Kurdan qîriyan: "Boyax, boyax!"

Li hemberî vê tevgera bêrêziyê, Birêvebirê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Tiştê ku me doh di xwenîşandanên 'Yekîtiya Niştimanî' de dît ku Ehmed Şer bangewazî ji bo wan kiribû, dirûşmên mezhebî û nijadperestî derketin holê.

Çi bi bilindkirina sindoqa boyaxê di xwenîşandanekê de be, çi bi rêya kanala asmanî ya Sûriyeyê û medyaya Sûriyeyê be, yan jî bi rêya dirûşmên mezhebî yên li dijî pêkhateyên Sûriyeyê be.

Lê derbarê Kurdan, dema ku Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê ji serdana Mezlûm Ebdî ya Herêma Kurdistanê aciz dibe û behsa nakokiyan li Herêma Kurdistanê dike, ev nîşana wê yekê ye ku mesele ne girêdayî xwenîşanderan e, girêdayî hişmendiya nijadperest a vê desthilatê ya li dijî Kurdan e."

Di xwenîşandanan de, ji bilî bêrêziya li Kurdan, êrişî pêkhateyên din ên Sûriyeyê jî hat kirin.

Birêvebirê Rêxistina Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî jî ji Rûdawê re wiha axivî:

"Tiştê ku doh li Şamê di dema xwenîşandanên alîgirên Ehmed Şer de qewimî û îxanetên ku li dijî Kurdên Sûriyeyê hatin kirin cihê şermezariyê ne.

Mixabin ev li cem pêkhateyên gelê Sûriyeyê van rojan normal e, ji ber ku formeke ku me wekî Sûriyeyiyan li ser hev kom bike nîne.

Bi mixabinî ez dibêjim, em Sûriyeyî hev nas nakin û hev qebûl nakin.

Di encamê de bi vî awayî em nikarin welatekî ava bikin û hêviyekê ji bo Sûriyeyiyan dirust bikin.

Divê em hev nas bikin, em hev qebûl bikin, li ser maseya diyalogê rûnin û dest bi avakirina welat bikin."

Karvedanên li dijî vê bêrêziya li Kurdan siyasetmedar û serkirdeyên Kurd jî li xwe girtin.

“Guman û tirsê diçîne”

Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanî (Yekîtî) û Endamê Serokatiya ENKSyê Silêman Oso ji Rûdawê re diyar kir ku ev kiryar baweriya di navbera xelkê de têk didin û anî ziman:

"Ev teşwîqa mezhebî û nijadperestî ya ku em dibihîsin û dibînin, guman û tirsê di dilê pêkhateyên ne Ereb de diçîne û ew baweriya ku di navbera welatiyên heman niştimanî de maye têk dide.

Ev dubendiyê kûrtir dike û birînên civakeke ku ji ber salên şer û pevçûnan westiyayî zêdetir dike, li şûna ku deriyekê ji bo nêzîkbûnê û derbaskirina birînên rabirdûyê veke.

Em wisa dibînin ku her derengketineke di vekirina deriyê diyalogê de di navbera şandeya hevbeş a Kurdî û desthilata Şamê de, dubendiyê firehtir dike."

Hevserokê Meclisa Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê Nûrî Şêxo jî anî ziman:

“Bi rastî, ne tenê vê Îna derbasbûyî, li hemberî hemû pêkhateyan, bi taybetî li hemberî Kurdan ev dirûşm tên gotin.

Ev yek bi kok e, hema ji nêzîkî sed salî ve, hemû cureyên biçûkkirinê li hemberî Kurdan didin meşandin.

Ji ber ku ew Kurdan wekî milet nabînin, wekî mirov jî nabînin.

Ev hişmendiya zordest ji sed salî ve dimeşe. Ev li dijî Kurdan wekî çandekê ye."

Heta niha Hikûmeta Sûriyeyê li hemberî vê sivikatiyê bi awayekî fermî helwest nîşan nedaye lê Berdevkê Wezareta Karên Navxwe yê Sûriyeyê Nûredîn El Baba ji Rûdawê re derbarê vê bûyerê axivî û got:

"Redkirina me ya dabeşkirina Sûriyeyê, birêvebiriya xweser an jî federalîzmê nayê wê wateyê ku em ti sivikatiyeke nijadperestî li dijî ti pêkhateyeke Sûriyeyê qebûl bikin.

Xerabkariya hin hêzên siyasî nabe hincet ji bo bersiveke xerab a ku li dijî têgehên olî û niştimanî û li dijî pêkhateyeke Sûriyeyê bi temamî be.

Dewleta Sûriyeyê li hemû welatiyên xwe li ber çavê yasayê wekhev dinêre û her cihêkariyeke li ser bingeha mezhebî an jî etnîkî red dike."

"Xwestin hekaretê bi Kurdan bikin"

Akademîsyenê Kurd Dr. Kawa Ezîzî jî ji Rûdawê re axivî û bersiva wan kes û aliyan da ku hewl didin sivikatiyê bi Kurdan bikin.

Dr. Ezîzî bal kişand ser wan hewldanên ku Kurdan wekî "boyaxçî û koçber" nîşan didin.

Dr. Kawa Ezîzî diyar kir ku ne tenê xwepêşanderan, beriya wan siyasetmedarên Ereb ên Sunî jî hewl dane sivikatiyê bi Kurdan bikin.

Ezîzî got, "Wan gelekî bi kêmasî û bi sivikî behsa Kurdan kir, wekî ku koçber bin. Ji wan jî Zuhbî got ku Kurd boyaxçî bûn."

“Kurd avakerên şaristaniyê ne, ne boyaxçî ne”

Akademîsyenê Kurd destnîşan kir ku wan xwestiye rengekî wisa bidin Kurdan ku "ne milet in û ne resen in."

Dr. Ezîzî wiha pê de çû:

"Wan ew sandoqa boyaxê bilind kir da ku bibêjin Kurd giş karê sivik dikin, wekî ku boyaxçî ne.

Armanca wan tenê şêwandina dîmenê Kurdan ê di çavên Ereban de bû."

"Kurd qehremanên Rojhilat in"

Dr. Kawa Ezîzî bersiva van îdiayan da û got, "Em ji wan re dibêjin Kurd miletekî qehreman e, xwedî dîrok e û avakerê hemû împaratoriyên Rojhilat bû."

Wî anî zimên ku Kurd qehremanên Rojhilat in û bi hebûna xwe çavê dijmin ditirsînin.

Dr. Ezîzî gotina xwe wiha bi dawî kir:

"Lewma dijmin hertim dixwaze wan bi kêmanî nîşan bide. Ew sandoqa boyaxê radikin da ku bibêjin Kurd giş boyaxçî, hejar û derbider in."

Gotina kîn û nefretê ya li dijî Kurdan ku roj bi roj bi rêya medyayê û bi taybetî li ser torên medyaya civakî kûrtir û tundtir dibe, hewl dide ku rastiya Kurdan a li ser axa wan a dîrokî ya Rojavayê Kurdistanê veşêre û Kurdan wekî çîneke civakî ya tenê xizmetkar nîşan bide.

Ev hewldan ne tenê reseniya Kurdan a li ser axa wan a dîrokî, her wiha rola Kurdan a di dîroka Sûriyeyê û jiyana wê ya siyasî de ku beriya hatina Partiya Beasê berbiçav û diyar bû înkar dike û xebata Kurdan a ji bo azadî û mafên xwe reş dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst