Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku alîgirên hikûmeta Sûriyeyê di xwenîşandanan de dirûşmên nijadperest li dijî Kurdan gotin, Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba ji Rûdawê re axivî.
Nûredîn Baba diyar kir ku redkirina dabeşbûna Sûriyeyê an federalîzmê ji aliyê wan ve, "nayê wê wateyê ku ew dê heqaretên nijadperest ên li dijî pêkhateyeke Sûriyeyê qebûl bikin".
Daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba, piştî wê yekê hat ku roja înê alîgirên hikûmeta Şamê li hinek bajar û bajarokan xwenîşandan kirin û dirûşmên nijadperest li dijî Kurdan gotin.
Li bajarê Minbicê, bi dehan kesan sindoqa boyaxkirina pêlavan bilind kir û ji bo ku heqaretê li Kurdan bikin qîriyan, "Boyax... Boyax".
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, binavkirina Kurdan wekî "boyaxçiyê pêlavan" ji aliyê nijadperestan ve wekî heqaret û biçûkxistinê tê bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê derbarê bûyeran ji Rûdawê re got:
"Xerabiya hinek hêzên siyasî nabe hincet ji bo bersiveke xirab a li dijî têgehên olî û neteweyî û hemû pêkhateyên Sûriyeyê.
Dewleta Sûriyeyê li pêşberî yasayê bi çavekî wekhev li hemû welatiyan dinêre û her cure cihêkariya mezhebî û nijadî red dike."
Çima ji Kurdan re dibêjin boyaxçî?
Kesayet û waizê navdar ê Ereb ê Sûriyeyî Dr. Şêx Ebdullah Temîmî, di vîdeoyeke ku meha îlonê belav kiribû de, diyar kiribû ku ev bernavka “boyaxê” ne eyba Kurdan e, "sûcê rejîman e".
Şêx Ebdullah Temîmî da zanîn:
"Kurd di dîroka Îslamê, Dewleta Osmanî û heta destpêka damezirandina Sûriyeyê de xwedî desthilat, ilm û serwet bûn.
Ew paşa, beg û axa bûn û di parastina herêmê de rola wan hebû."
Şêx Ebdullah Temîm anî ziman ku derketina pîşeya boyaxçîtiyê ya di nav Kurdên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de, encama polîtîkayên "Naziyên Ereb" û rejîmên Sûriyeyê yên li pey hev bû.
Temîmî her wiha da zanîn:
"Sala 1962yan dema ku nasnameyên 120 hezar malbatên Kurd ji destên wan hatin standin, erd û milkên wan hatin desteserkirin, destûr nehat dayîn ku bixwînin û heta zewaca wan jî hat qedexekirin ew neçar man û berê xwe dan Şamê."
Temîmî bangî Erebên ku heqaretê dikin kir û got:
"Eyb û şerm a we ye, çimkî yên ku mal û milkên wan mirovan dizîn hûn in.
Kurdan nexwest parsekiyê an diziyê bikin, berovajî vê yekê hegere kar boyaxçîtî be jî wan xwest bi keda eniya xwe û serbilind bijîn."
#VÎDEO - Nerazîbûna li hemberî xwenîşandana li dijî Kurdan zêde bûye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 29, 2025
🛑 Kîndariya li hemberî Kurdan li Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibe
🛑 Li Şamê di salvegera rûxina rejîma Esed de xwenîşandan çêbû û tê de li dijî Kurdan slogan hatin avêtin
🛑 Kê çi got li ser heqaretên li… pic.twitter.com/c8jpMAl0pQ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse