Beşdarên Newroza Wanê daxwaza azadkirina Ocalan kirin

21-03-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Wana Bakurê Kurdistanê îro ahenga Newrozê bi beşdariya bi deh hezaran hat sazkirin
Li Wana Bakurê Kurdistanê îro ahenga Newrozê bi beşdariya bi deh hezaran hat sazkirin
Nîşan Newroz Wan Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Newroz bi beşdariya nezîkî 30 hezar kesan û bi çoşeke mezin bi rê ve çû. Di dema beşdariya xwe ya Newroza Wanê de Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Saliha Aydenîz ji bo Şingalê daxwaza reveberîyeke xweser kir. Herwiha Beşdarên Newrozê jî herî daxwaza azadkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kirin.

Weke gelek navendan li bajarê Wanê jî Newroz bi ahengeke mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên Newroza Wanê de hevserokê berê yê HDPê Sezaî Temellî û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz beşdar bûn.

Hevserokê berê yê HDPê Sezai Temellî got: “Êrîş û zilma desthilatê li hemberî Kurdan berdewam e. Desthilat wisa hizir dike ku ew dikare bi erîşan tekoşîna gelê Kurd bikşîne, lê gelê kurd bersiva herî baş a  faşîzmê li qadan daye.”

Rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê bandora xwe li peyamên Newroza Wanê jî kir. Di gotara xwe de Hevseroka DBPê Saliha Aydenîz behsa Şingalê jî kir û got pêwîst e ku xweserî ji Şingalê were qebûlkirin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz got: “Îro Kurdistan bi tevahî li ser esasê yeketîya neteweyî Newrozê Pîroz dike. Ji ber wê roja Newrozê roja Kurdistanê ye, roja yeketîya Kurdan e. Roja Newrozê ji bo tekoşîna gelê Kurd û Kurdistanê ye.”

Beşdarên Newrozê jî herî zêde daxwaza serbestberdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kirin.

Hemwelatî Nazife Dere got: “Heta em hebin em li dûv serokê xwe ne. 6 keçê min hene, ez dê her şeş qurbanî Apo bikim.”

Hemwelatî Ferhan Feraşîn jî dibêje: “Ew çiqas me bigirin û parlementerên me zindanî bikin jî em ê berxwe bidin û em ê bi serkevin.”

Hemwelatî Nasir Kara wiha nerazîbûna xwe li hemberî desthilatdariya Tirkiyê anî ziman: “Parlementerê me girtin ku wî 900 hezar deng hebûn. Gelê Kurd vê yekê qebul nake.”

Hemwelatî Perîzat Yîlmaz wiha axivî: “Newroz mizgîniya biharê ye. Newroz aşitî ye. Newroz biratî ye. Em ê herdem Newroza xwe pîroz bikin û ti kes nikare pêşîya me bigre.”

Parlementerê HDPê yê Wanê Murat Sarisac jî got: “Ev bersiva yeketî neteweya Kurd e. Herî pêşiyê Newroz daxwaza yeketiya Kurd e. Daxwaza li hemberî erîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Di ahenga Newroza Wanê de hunermend Xecê û Azad Bedran û Grup Vardiya jî konser peşkeş kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst