Newroza Amedê di bin tedbîrên emnî yên tund de berdewam e

21-03-2022
RÛDAW
CNKê bi posterên Mela Mistefa Barzanî, Seyîd Riza, Pêşawa Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Cegerxwîn beşdarî Newrozê bû
CNKê bi posterên Mela Mistefa Barzanî, Seyîd Riza, Pêşawa Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Cegerxwîn beşdarî Newrozê bû
Nîşan Newroz Amed Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê şahiya Newrozê di bin tedbîrên tund ên emnî de destpê kir. Di navbera polîs û hejmareke ciwanan de jî alozî derket û hejmareke ciwanan jî hatine desteserkirin. Welatî ji 4 xalên kontrolê derbas dibin heta xwe digihînin qada Newrozê. Her li gor zanyariyan polîsan ji bo cilên Kurdî jî astengî derxistin û rê nedan bi dehan kesên bi cil û bergên Kurdî bikevin qada Newrozê.

Rûdaw bi rûmaleke taybet şahiya Newroza li Amedê vediguhêze. Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê li qada Newrozê, “Hejmareke zêde ya hêzên emnî li cihê şahiyê amade ne û rêkarên tund hatine girtin.”

 

 

Li gor peyamnêrê Rûdawê, “Welatî piştî 4 cihên pişkinînê xwe digihêjînin cihê Newrozê. Ji bo şahiya Newrozê ji piraniya navçeyên Tirkiyê xelk hatine.”

 

 

Peyamnêrê Rûdawê tekez kir ku bi hezaran polîs di amadebaşiyê de ne û got, “Tê pêşbinîkirin milyonek kes beşdarî şahiya Newrozê bibin.”

Her li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, “245 rojnamevanên navxwe û biyanî şahiya Newrozê dişopînin.”

 

 

Herwiha Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) bi ala Kurdistanê û posterên Mela Mistefa Barzanî, Seyîd Riza, Pêşawa Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Cegerxwîn xwestin derbasî qada Newrozê bibin, lê li gor zanyariyan polîsan rê neda ku ew ciwan derbasî nav şahiya Newrozê bibin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, siyasetmedarê naskirî yê Kurd Ahmet Turk û nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî, parlamenterên HDPê û herwiha ji perçeyên din ên Kurdistan û cîhanê gelek kesayet û delegasyon beşdarî şahiya Newroza Amedê dibin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst