Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê desthilat rexne kir ku guh nade daxwazên gelê Kurd û got, "Gel dixwaze Abdullah Ocalan li Amedê bibîne û guh lê bike."
Pîrozbahiya Newroza Amedê tevî barana zêde jî bi coş û kelecaneke mezin didome.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de axivî.
"Divê siyaseta Kurd erkê xwe bicih bîne"
Leyla Zanayê destpêkê Newroza beşdaran pîroz kir û got, "Amed, we bi sekna xwe bereket anî. Newroza we pîroz be.
Li vir gelek peyam hatin dayîn. We ji bo Rojava jî helwesteke xurt nîşan da."
Zanayê da zanîn ku gelê Kurd bi helwesta xwe peyama xwe daye siyasetmedarên Kurd û wiha pê de çû:
"We got; em yek in, em Kurd in, mîna gelên din xwedî maf in. We erkê xwe bicih anî.
Êdî divê siyaseta Kurd jî erk û berpirsyariya xwe bicih bîne."
"Gel dixwaze Ocalan li Amedê bibîne"
Leyla Zanayê di berdewamiya axaftina xwe de bangî hikûmetê kir û got:
"Ez dixwazim tiştekî ji hikûmetê re jî bibêjim; bû salek û nîv hûn daxwazên vî gelî bicih naynin.
Ev gel dixwaze Abdullah Ocalan li Amedê bibîne, ji ber ku dixwaze bi hev re pêşerojê ava bike.
We dengê xwe da bihîstin. Divê rêz ji van daxwazan re bê girtin."
Leyla Zanayê di dawiya axaftina xwe de got, "Di şexsê Serok Apo de cejna Newrozê li hemû girtiyên siyasî pîroz dikim."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse