RIHA - Werzişvan û çiyager li ser Rêya Îbrahîm meşiyan

21-05-2025
Mihemed Emîn Demir
li ser Rêya Îbrahîm cihên dîrokî û olî yên li herêmê ziyaret dikin/ Wêne: Rûdaw
li ser Rêya Îbrahîm cihên dîrokî û olî yên li herêmê ziyaret dikin/ Wêne: Rûdaw
Nîşan Riha Rêya Îbrahîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Koma Kampîngê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê li pey dîrok û çandê li ser Rêya Îbrahîm ku navê xwe ji rêwitiya Îbrahîm Pêxember wergirtiye dimeşin.

Meşa 56 endamên Koma Kampîngê ya Rihayê rojekê berdewam kir û werzîşvanan li ser Rêya Îbrahîm cihên dîrokî û olî yên li herêmê ziyaret kirin.

Serokê Koma Kampîngê ya Rihayê Îbrahim Parmaksiz li ser meşa xwe wiha axivî, "Em li Heran û derdora wê geriyan, me dîroka Heranê dît.

Em li ser rêya Hevrîşêmê Xan-el Behrûr, Bajarê Kevin ê Şûaybê geriyan. Gelekî xweş bû, çalakiya me pir pir xweş bû."

Werzişvan Umit Încî kêfxweşiya xwe wiha anî zimên, "Em çûne Heranê, em tevlî çalakiya Urfa Kampîngê bûn,  pir xweş bû.

Em çûne bajarê Şûaybê û Xan-el Behrûrê, Soxmatarê û Şikeftên Bazdayê. Em li wan deran geriyan. Gereke pir xweş bû."

Riha navendeke girîng a geştyariya olî ye û wekî “bajarê pêxemberan” tê naskirin.

Werzîşvan Mehmet Tekçe got, "Li Rihayê pir pêxember hatine. Hz. Dawûd, Hz. Şûayib, Hz. Eyyûb û mezinê pêxemberan Hz. Îbrahîm li vî erdî hatine dinyayê.

Li van çiyayan rêyeke meşê hatiye çêkirin. Em jî hatin rêya ku Hz. Îbrahîm tê re meşiyaye û em jî meşiyan. Gereke pir xweş bû."

Rêya Îbrahîm, li Rojhilata Navîn rêyeke geştûguzarî û çandî ya li ser şopa baweriyan e.

Rê, gelek cihên pîroz û dîrokî li ser rêgeheke pir balkêş digihîne hev.

Beşa wê ya li Rihayê jî ji bo bîranîn û pîrozkirina mîrata Îbrahim pêxember hatiye avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst