Konsulê Îranê yê Silêmaniyê li ser şerê Îran û Îsralê axivî

21-06-2025
RÛDAW
Konsulê Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdyan / Wêne: Rûdaw
Konsulê Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdyan / Wêne: Rûdaw
Nîşan Îran Îsraîl Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Îranê yê Silêmaniyê ragihand, “Heger destdirêjiyên Siyonîstan rawestin, em jî dê êrişên xwe rawestînin.”

Konsulê Îranê li ser helwesta Herêma Kurdistanê jî got, “Xweşbextane” ji destpêka şer ve siyasetmedar û berpirsên Herêma Kurdistanê helwesta xwe ragihand.

Konsulê Îranê yê Silêmaniyê Mihemed Mehmûdyan li ser şerê Îran û Îsraîlê û karvedanên wê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Mihemed Mehmûdyan qala helwesta Herêma Kurdistanê ya di şerê Îran û Îsraîlê de kir û got:

“Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi şermezarkirin vî şerî helwesta xwe ragihand.”

Konsulê Îranê yê Silêmaniyê behsa rewşa bazirganiyê ya li deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê yên bi Îran û Rojhilatê Kurdistanê re kir û anî ziman:

“24 saetan vekirî ne û ti pirsgirêk ji bo bazirganiyê çênebûne.”

Roja 13ê Hezîranê Îsraîlê operasyoneke bi navê “Şêrê Rabûyî” ragihand û êrişî navendên atomî û baregehên leşkerî yên Îranê kir.

Îranê jî dest bi operasyona “Soza Rast” kir û bi dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst