Xelkê Kobaniyê ji bo Siwedayê alîkariyê kom dike

21-07-2025
Nîşan Durzî Siwêda Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo alîkariya xelkê Siwêdayê kampanyayeke mirovî hat destpêkirin.

Tê payîn ku kampanya 10 rojan berdewam bike û di çarçoveyê de pêdiviyên bingehîn bên komkirin.

Kampanya ji aliyê ‘Însiyatîfa Mirovî ya Komkirina Alîkariyê’ ve hat destpêkirin.

Endamê însiyatîfê Mihemed Oso derbarê armanca kampanyayê de ji ANHAyê re got, "Em dê li kêleka xelkê Durzî bisekinin"

Mihemed Oso anî zimên ku ew dê her tim piştgiriya Durziyan bikin û got, "Em dê bi her awayî alîkariya xelkê Siwêdayê bikin û li kêleka wan bin.

Çawa ku em li cem gelê Kurd, Ereb, Elewî û xelkê Efrînê re sekinîn, îro jî em dê li cem Durziyan bisekinin û piştgiriya wan bikin."

Oso derbarê xebatên komkirina alîkariyê de wiha domand:

"Komkirina alîkariyê ji sibe heta êvarê li Qada Aştiyê û ji êvarê heta derengiya şevê li Qada Jina Azad pêk tê.

Gelek kes tên û alîkariyê dikin. Ev kampanya dê 10 rojan berdewam bike.

Bi taybetî pêdivî bi pere, pêdiviyên zarokan, derman û xwarinê heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst