Welatiyekî Amerîkî li Siwêdayê hat kuştin

21-07-2025
RÛDAW
Nîşan Durzî Amerîka Siwêda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê, welatiyê Amerîkî yê bi eslê xwe Durzî Husam Saraya tevî 5 endamên malbata xwe hat kuştin.

Hat ragihandin ku ew ji aliyê çekdarên girêdayî Hikûmeta Sûriyeyê ve hatine revandin û piştre jî hatine kuştin.

Husam Saraya 33 salî ye zêdetirî 20 salan e li Amerîkayê dijiya û bûbû hevwelatiyê Amerîkayê.

Hat zanîn ku ew berî 6 mehan ji bo karên xêrxwaziyê çûbû Siwêdayê.

Li gorî agahiyan, Saraya û 5 endamên malbata wî çarşema borî hatin revandin û piştî bi rojekê jî termê wî hat dîtin.

Beriya bi hefteyekê li Siwêdayê di navbera Erebên Bedewî û çekdarên Durziyan de pevçûn derketin û ew pevçûn di demeke kurt de berfireh bûn.

Îsraîl ji bo piştgiriya Durziyan dest bi bombebarana çekdarên Erebên Bedewî û çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê kir.

Bi navbeynkariya Amerîkayê doh di navbera aliyan de agirbest hat ragihandin.

Di hefteyekê de 1,120 kes hatine kuştin

Li aliyê din, Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) di rapora xwe ya dawî de eşkere kir ku di şer û pevçûnên Siwêdayê de ji herdû aliyan 1,120 kes hatine kuştin.

Li gorî rewangehê, herî kêm 300 ji wan sivîl in û 194 kes ji wan bi awayekî hovane hatine gulebarankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst