Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyekê astengkirina Kurdî ya li Parlamentoya Tirkiyeyê şermezar kir.
PSKyê ev helwest wekî "dijminane" û "nayê qebûlkirin" bi nav kir û ragihand ku ev yek nîşana nerastiya îdiayên çareserî û aştiyê ye.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê doh li Dayîkên Aştî û Dayikên Şemiyê guhdarî kir.
Hat zanîn ku dayîkên bi navên Nezahat Teke û Rebia Kiranê xwestin bi Kurdî biaxivin lê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş destûr neda van her du dayîkan ku bi Kurdî bixaxivin.
PSKyê diyar kir ku heta zimanê Kurdî di destûra bingehîn de wekî zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê cih negire, aştî û wekheviyeke rasteqîn pêk nayê.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ew dê ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û ji bo ku gelê Kurd li ser axa xwe bi nasnameya xwe bijî, têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin.
PSKyê di dawiya daxuyaniyê de, ev helwest wekî "rûreşiya komîsyonê" bi nav kir û bangî hemû hêzên welatparêz, aştîxwaz û demokrat kir ku li hemberî vê "helwesta dijminane" ya li dijî zimanê Kurdî bêdeng nemînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse