Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryara desteserkirina ji bo Lahûr Şêx Cengî hatiye derxistin û ji hemû xalên kontrolê û hêzên ewlehiyê yên li Silêmaniyê re hatiye şandin.
Li ser vê yekê li xalên kontrolê qerebalixiyeke zêde çêbûye.
Heta niha sedema derxistina vê biryara desteserkirinê bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin.
Biryara Dadgeha Silêmaniyê ji hemû xalên kontrolê yên Silêmaniyê re hatiye şandin.
Hat zanîn ku li xalên kontrolê çûnûhatin rawestiyaye.
Li gorî çend vîdeoyên ku gihîştine Rûdawê li xala kontrolê ya Erbat - Silêmaniyê ji ber kontrolên tund, çûnûhatin bi temamî rawestiyaye û qerebalixiyeke zêde çêbûye.
Nûçegihanê Rûdawê yê Silêmaniyê Pêşewa Bextiyar, ji zarê çend çavkaniyan ragihand ku biryara desteserkirin ji hemû xalên kontrolê re hatiye şandin.
Li gorî çavkaniyekê, “Kesên ku biryara desteserkirina wan hatiye derxistin, niyaza wan hebû ku ji Silêmaniyê derkevin, ji ber vê yekê hêzên ewlehiyê hatine belavkirin da ku biryara dadgehê bi cih bînin.”
Li aliyê din, Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re got, “Ez ji biryara girtina Lahur Şêx Cengî ne agahdar im.”
Li xalên kontrolê tedbîrên tund
Her wiha li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, li xala kontrolê ya Kelewanan a li ser rêya Dokan û Silêmaniyê jî hêzeke zêde ya ewlehiyê hatiye bicihkirin.
Lahûr Şêx Cengî beriya damezirandina Bereya Gel Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû piştî nakokiyên di navbera wî û Bafil Talebanî ji YNKyê hatibû dûrxistin.
Bereya Gel di hilbijartinên 20ê Çiriya Pêşîn a 2023yan (Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê) 2 kursî bi dest xistibû.
Çavkaniyekê ji Ofîsa Lahûr Şêx Cengî got, "Serokê YNKyê dixwaze dadgehê bi kar bîne da ku senaryoyeke mîna yên berê amade bike û Lahûr Şêx Cengî tometbar bike."
Aras Şêx Cengî: Heke Lahûr were girtin, Silêmanî dê wêran bibe
Birayê Lahûr Şêx Cengî Aras Şêx li ser biryara desteserkirina birayê xwe got,”Heke Lahûr were girtin, Silêmanî dê wêran bibe.”
Aras Şêx Cengî ji Rûdawê re axivî û derbarê hewldana desteserkirina Lahûr Şêx Cengî got, "Heke Lahur were girtin, Silêmanî dê wêran bibe. Pêdiviya Silêmaniyê bi meaşan heye.
Niha Kak Lahûr li Otêla Lalezarê ya li Silêmaniyê ye. Niha pêdiviya Silêmaniyê bi mûçeyan û xizmetguzariyê heye, ne bi livandina hêzan.
Ji ber vê yekê, ne pêwîst e Kak Bafil û Kak Qubad hêzan bilivînin."
Biryara desteserkirina Lahûr Şêx Cengî di demekê de ye ku Serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd jî beriya bi 10 rojan li Silêmaniyê hatibû desteserkirin.
Şasiwar Ebdulwahîd îro derket pêşberî dadgehê lê rûniştina wî ji bo 28ê vê mehê hat bipaşxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse