HPGyê nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir

21-08-2025
RÛDAW
Nîşan HPG Serhed Aras Varto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku fermandarê wê yê bi navê Serhed Aras Varto di 26ê Adara 2021an de li Herêma Kato Jîrkayê ya Botanê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê daxuyaniyek belav kir û tê de nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir ku zêdetirî 4 sal berê jiyana xwe ji dest daye.

HPGyê diyar kir ku Aras Varto piştî 12 sal xwendina li Ewropayê û xebatên siyasî, di sala 2003yan de biryar daye ku tevlî refên gerîlayan bibe û ji Ewropayê berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serhed Aras Varto piştî perwerdeyê, li herêmên Qendîl û Botanê maye û heta asta fermandariyê bilind bûye.

HPGyê pesnê fermandarê xwe da û got, "Hevrêyê me Serhed bê navber têkoşiyaye û bi hunera xwe ya fermandariyê, sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apoyî, hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna bi rengê fedaî mîrateyeke têkoşînê ji me re hişt ku neyê jibîrkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de, HPGyê sersaxî ji malbata Yusuf Coşkun û gelê Kurdistanê re xwest.

Serhed Aras Varto, navê wî yê fermî Yusuf Coşkun e û li Almanyayê ji dayik bûye.

Her wiha Zivistana Serhed Aras Varto sala 2020an li herêma Kato Jîrkayê ya Botanê nexweş ketiye û tevî hemû hewldanan, di 26ê Adara 2021an de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst