Hêzên Tirkiyeyê 3 gundên Minbicê topbaran kirin

21-09-2023
RÛDAW
Nîşan Minbic Topbaran Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê 3 gundên Minbicê, topbaran kirin.

Ew gund di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de ne.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şevê din, hêzên Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê li navçeya Mertalê Firatê 3 gundên Minbicê topbaran kirine.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandê, her sê gundên el Seyade, Um Edese û el Dendeniyê bi topên hawinê hatine armanckirin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku di topbaranê de, zerer gihiştiye mal û milkê sivîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst