Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalliyê got, “Divê statuya Kurdan were qebûlkirin û divê ev statu ji qanûna bingehîn bigire heta bi qanûnên din were parastin.”
Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê xebatên xwe yên ji bo pêvajoyê didomîne û guh dide nêrînên aliyên cuda yên civakê.
Li hêla din, Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê jî li Amedê bi 43 sazî û dezgehên ziman re civiya û daxwazên ji bo statu û perwerdeya bi zimanê Kurdî gotûbêj kirin.
DEM Partî dê pêşniyarên saziyên zimên bibe Parlamentoya Tirkiyeyê.
Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli li ser civînê ji Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî.
Cemîle Turhalliyê bi bîr anî ku Komîsyon heta niha hevdîtinan pêk tîne û nêrînên aliyên cuda werdigire û dê li gorî van nêrînan pêdiviyan destnîşan bike.
Cemîleyê diyar kir ku ew dixwazin ev mesele zêde dirêj neajo û ji ber vê yekê jî dixwazin nêrînên li aliyê Bakurê Kurdistanê bikin raporek û bidin Komîsyonê.
Wê bi bîr anî ku 4 endamên DEM Partiyê jî di Komîsyonê de hene û ew dixwazin nêrînên hemû aliyan bixin nav rapora xwe û heta dawiya îlonê bidin Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş.
“Herî kêm 25 milyon Kurd hene lê çi heyf ku statuya wan nîne”
Cemîleyê li ser daxwazên wan ên ji bo mafên Kurdan wiha got:
“Li Tirkiyeyê bi milyonan Kurd hene, herî kêm 25 milyon Kurd hene lê çi heyf ku statuya wan nîne. Statu çi ye? Statu ziman e, statu çand e, statu erd e. Yanî li Tirkiyeyê bêstatuyî, bêzimanî heye.”
Wê bal kişand qedexeyên li ser mafên Kurdan û got:
“Bi hinceta cudaxwaziyê êrişî ser me tê kirin, em vê qebûl nakin lê ya girîng ew e ku ji bo statuya te qebûlkirina hiqûqî dest pê bike.
Eger di qanûna bingehîn de navê te nebe, heqê te neyê qebûlkirin, neyê parastin tu nikarî tiştekî bikî.
Divê her tiştê bi nasnameya te re pêwendîdar bi awayê hiqûqî were qebûlkirin.
Em dibêjin ‘Statuya ziman, statuya Kurdan e.’ Eger tu statuyê bidî ziman tu statuyê didî milet bi xwe jî.
Eger tu statuyê bidî çandê, tu statuyê didî milet bi xwe jî.
Armanca me ya sereke, helbet divê statuya Kurdan were qebûlkirin û divê ev statu ji qanûna bingehîn bigire heta bi qanûnên din were parastin.”
#VÎDEO - Cemîle Turhalli: Li Tirkiyeyê bi milyonan Kurd hene lê çi heyf ku statuya wan nîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 21, 2025
🛑 Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi 43 saziyên zimên re civiya
🛑 DEM Partî dê pêşniyarên saziyên zimên bibe Parlamentoyê
🎙️ Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê… pic.twitter.com/B6R852IkzF
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse