DEM Partiyê spasiya Erdogan û Bahçelî kir: Gaveke dîrokî ye

21-11-2025
Nîşan DEM Partî Komîsyon Îmrali
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê biryar da ku here Îmraliyê.

DEM Partiyê piştî biryarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî kir.

Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi sernavê "Bila biryar bibe wesîleya paşeroja hevpar a 86 milyonan, pêkvejiyana me ya demokratîk û aştiya mayînde" daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya DEM Partiyê ya derbarê biryara Komîsyonê wiha ye:

"Em biryara çûna Îmraliyê ya ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro daye, wekî îfadeya herî şênber a gihîştina demokratîk û îradeya aştiyê ya Tirkiyeyê pêşwazî dikin.

Serdana Îmraliyê ya ku dê pêk were, dê bibe gaveke dîrokî ku di rêya bidawîanîna mayînde ya êşên ku bi dehsalan e tên kişandin û tesîskirina lihevkirina civakî de hatiye avêtin.

Zemîna diyalogê ya ku dê li Îmraliyê were avakirin û kanalên temasê yên şefaf ên ku dê bên bipêşxistin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê pencereyeke bêhempa ya derfetan pêşkêş dike.

"Bawerî dê cihê siyaseta tirsê bigire"

Çûna Komîsyonê ya Îmraliyê dê li Tirkiyeyê deriyê serdemeke nû veke; cihê siyaseta tirsê dê hêviya pêkvejiyanê û bawerî bigire.

Ev hevdîtin, dê şefafiyet û samîmiyeta pêvajoyê xurt bike û beşdariya hemû beşên civakê ya di avakirina aştiyê de xurt bike.

Baweriya me tam e ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re dê di meşandina saxlem û ewle ya pêvajoyê de roleke diyarker bilîzin.

Em endamên Komîsyonê yên ku dê vê serdanê pêk bînin ji dil pîroz dikin, spasiyên xwe pêşkêşî hemû partiyên siyasî yên ku di xebatên Komîsyonê de roleke avakar lîstiye û Serokê Parlamentoyê Birêz Numan Kurtulmuş dikin.

Spasiya ji bo Erdogan û Bahçelî

Her wiha ji ber avakirina Komîsyonê, meşandina xebatan di nav aramiyê de, dîtina daxwaza aştiyê ya gelan û nîşandana wêrekiya îradeya çûna Îmraliyê, em spasiya Serokkomar Birêz Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPyê Birêz Devlet Bahçelî û partiyên me yên tifaqê EMEP û TÎPê dikin ku berpirsyariya siyasî girtiye ser xwe.

Rola esasî ya siyasetê, parastina berjewendiyên hevpar ên welat û gelan û hilberandina çareseriyê ye. Ev biryara ku îro hatiye dayîn, tam nîşaneya berpirsyariyeke wiha ye.

Lê belê divê em diyar bikin ku em nêzîkatiya bi mesafeyê ya hinek derdorên siyasî ya li hemberî vê gava dîrokî bi xemgînî pêşwazî dikin.

Di pêvajoyên aştiyê de cesaret û dûrbînî her tim heq dike ku were teqdîrkirin. Dudilî û xwevedizîn wîjdanê civakî birîndar dike.

Pêwîstiya siyaseta demokratîk ew e ku di pêvajoyeke wiha dîrokî de di biryarên derbarê paşeroja hevpar a gelan de li kêleka hev bisekinin û mil bi mil bimeşin.

"Avakirina aştiyê erkê me hemûyan e"

Bi vê wesîleyê, em careke din berpirsyariya dîrokî ya ku dikeve ser milê her kesî ya di xurtkirina îradeya aştiyê de bi bîr tînin.

Pêngavên wêrek ên ku em dê îro biavêjin, dê di nav hiqûqa biratiyê de paşerojekê qezenc bikin.

Em hêvî dikin ku ev serdan bibe wesîleyek ji bo paşeroja hevpar a 86 milyonan, pêkvejiyana me ya azad û demokratîk, welatîbûna wekhev û aştiya mayînde.

Avakirina aştiyê erkê me hemûyan û berpirsyariya me ya hevpar e. Her çi qasî nêrînên me yên siyasî cuda bin jî ji bo paşeroja me ya hevpar û avakirina aştiya mayînde, em bangî her kesê ku li ser navê paşeroja vî welatî gotina wî heye dikin ku di xala hevpar a çareserî û aştiyê de werin ba hev."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst