Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan pêwendiyên Tirkiyeyê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan di civîna de pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, mijarê avê, hilbijartinên parlamentoya Îraqê û rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
“Hinartina petrolê gaveke erênî ye”
Nêçîrvan Barzanî û Anil Bora Înan behsa girîngiya bipêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî jî pêwendiyên di warê aborî de kir.
Ji nû ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê di vê çarçoveyê de, wekî gaveke erênî ji bo aboriya Îraqê hat binavkirin.
Her wiha her du aliyan derbarê pêwendiyên çandî û civakî jî bîr û ramanan xwe ji hev re gotin.
Li aliyê din, behsa pêşhatên dawî yên li herêmê û çend mijarên din ên girîng ên hevbeş hat kirin.
Hat zanîn ku Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Erman Topçu jî di civînê de amade bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse