Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglu, li ser sedema cihnegirtina CHPyê ya di Komîsyona Parlamentoyê de ku pêşniyara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê tê de hatibû rojevê, daxuyaniyek da.
Îmamoglu diyar kir ku ew “rast nabînin beşdarî pêvajoyekê bibin ku bi rêbazên nehatine pejirandina beşeke berfireh a gel tê birêvebirin.”
Îmamoglu di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de tekezî li ser armanca “Tirkiyeya Bêteror û Demokratîk” kir û got ku ew dê piştgiriyê bidin pêvajoyê, lê ev yek tenê bi rêbazeke demokratîk, şefaf û beşdariya gel pêkan e.
“Em ji roja ewil ve alîgirê çareseriyê ne”
Îmamoglu diyar kir ku helwesta CHPyê ya li hemberî çareseriya pirsgirêka Kurdan bi salan e neguheriye û bi bîr anî ku îradeya partiyê ya çareseriya demokratîk heye.
Îmamoglu destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi saxlemî bimeşe nêzîkatiyeke li ser bingeha hiqûq, demokrasî û hestiyariyên civakî pêwîst e û ev peyam derxistin pêş:
“Divê pêvajo bi gavên demokratîkbûnê were piştgirîkirin,
Rêbaza ku gel nebe parçeyekî pêvajoyê ne rast e,
Helwesta prensîbî ya CHPyê çareseriyeke demokratîk, berfireh û şefaf e.”
“CHP dê di komîsyonê de bimîne”
Îmamoglu diyar kir ku Komîsyona Parlamentoyê ya ku bi pêşniyara partiya wan hatiye avakirin roleke krîtîk dilîze û CHP dê di komîsyonê de cih bigire, lê divê sedema beşdarnebûna wan a di pêşniyara hevdîtina Îmraliyê de rast were fêmkirin.
Îmamoglu anî ziman ku di mijara demokratîkbûnê de nîşaneke herî biçûk jî nayê dîtin û sepanên qeyûman, şaredarên girtî û bicihnekirina biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn astengên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ne.
Îmamoglu tekez kir ku divê ne hesabên berjewendiyên siyasî, lê prensîbên hiqûqî û demokratîk rê nîşan bidin.
“Em îro jî sibê jî ji bo çareseriyê amade ne”
Îmamoglu bangî aliyan kir û diyar kir ku CHP amade ye ji bo serkeftina pêvajoyê çi ji destê wê tê bike.
Wî destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêka Kurdan ne mijara krîzeke siyasî ye, divê bibe parçeyekî çîrokeke nû ya demokratîkbûnê.
“Rêberê yekane yê Serokê Giştî yê CHPyê gel e”
Di dawiya daxuyaniya xwe de Îmamoglu piştgirî da Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel û got:
“Serokê Giştî yê CHPyê tenê ji bo gel siyasetê dike. Ez jî wekî namzedê Serokkomariyê yê partiya xwe, bi rûmet im ku di vê rêyê de mil bi mil bi Serok Ozgur re bimeşim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse