Li Meletiyê karkerekî 64 salî mir

3 demjimêr berê
Nîşan Meletî Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê karkerek di şantiyeya avahîsaziyê de di bin kamyonê de ma û mir.

Doh dema ku lêkirina avahiyekê didomiya vê bûyerê rû da.

Karker Kadîr Guvenê 64 salî piştî ku karê wî xelas bû, dema ji qada lêkirina avahiyê derdiket kamyona ku S.Ş. diajot li wî da.

Li ser agahdarkirina karkerên din, tîmên tenduristiyê û polîs sewqî herêmê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê piştî kontrolê diyar kir ku Kadîr Guven li cihê bûyerê miriye.

Tîman termê Guven piştî lêkolînên li cihê qezayê, ji bo otopsiyê veguhast meytxaneya Saziya Tiba Dadî.

Ajokarê kamyonê hat desteserkirin û di heqê bûyerê de dest bi lêkolînê hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst