QAHÎRE - Mesrûr Barzanî û Sîsî civiyan: Aborî û ewlehî di rojevê de bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Ebdulfetah Sîsî Misir Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî kir.

Di civînê de Serokê Îstixbarata Giştî ya Misirê Hesen Reşad, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Berpirsê Dezgeha Parastin û Zanyariyan a Herêma Kurdistanê (Îstixbarat) Muhsîn Kemal amade bûn.

Berdevkê Serokkomariya Misirê Mihemed Şenawî hûrgiliyên civînê eşkere kirin.

Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî di civînê de tekezî li ser piştgiriya tam û berdewam a Misirê ya ji bo Îraqê û yekîtî û silametiya axa wê kir.

Ebdulfetah Sîsî her wiha qala piştgiriya li hemberî pirsgirêkên ku Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe kir.

Serokkomarê Misirê asta hevkariya di navbera dezgehên Misir û Îraqê yên di qada ewlehiyê de bilind nirxand.

Sîsî pesnê hewlên Îraqê û desthilatdarên Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku armanca wan dabînkirina îstiqrar û aştiya herêmê ye.

Li aliyê din, Mesrûr Barzanî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo rola Misir û Sîsî ya di piştgiriya Îraqê û vegerandina aştî û îstiqrara herêmê de anî ziman.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, hikûmet li bendê ye ku pêwendiyên hevkariyê yên bi saziyên Misirê re xurtir bike.

Şenawî diyar kir ku di hevdîtinê de pêwendiyên hevkariya aborî ya di navbera Misir û Îraq û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Sîsî daxwaza Misirê ya ji bo kûrkirina hevkariya aborî ya di navbera her du aliyan de anî ziman.

Sîsî bi taybetî di qadên enerjî û binesaziyê de bal kişand ser şiyanên mezin ên şirketên Misirî û tecrubeya wan a li Misir û derve.

Sîsî bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku ji bo bicihanîna projeyan a bi kalîteya bilind û lêçûna reqabetê ji şiyanên van şirketan sûdê wergire.

Di heman çarçoveyê de, Mesrûr Barzanî pêşwazî li rola şirketên Misirî ya li Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Wî tekez kir ku ew dixwaze di serdana xwe de bi aliyên pêwendîdar ên Misirî re kar bike da ku rêyên xurtkirina hevkariyê gotûbêj bikin.

Her wiha sûdwergirtina ji tecrubeyên Misirê di hejmarek sektorên ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşîneyê de ne, hat nirxandin.

Berdevkê fermî amaje bi wê yekê kir ku di hevdîtinê de nêrîn li ser hejmarek mijarên herêmî yên hevpar hatine parvekirin.

Sîsî dîtina Misirê ya ji bo rêyên vegerandina ewlehî û îstîqrara herêmê pêşkêş kir û guh da nirxandina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst