EFRÎN - Çekdaran şkence li malbatekê kir: Zêr û motorsîklet jî dizîn

22-01-2025
RÛDAW
Mala wan hat talankirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Mala wan hat talankirin / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Efrîn Komên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeke çekdar li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketiye mala welatiyekî û ew û hevjîna wî şkence kirine.

Komeke çekdar ketiye mala welatiyekî Kurd ê li Efrînê, şkence li wî û hevjîna wî kirine û wan mal jî talan kiriye.

Çalakvan Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku şeva 20ê mehê hejmarek çekdar ketine mala welatiyê bi navê Hemza Henan a di navbera gundên Meydan Ikbis û Qerebabayê de.

Çekdaran bi awayekî hovane êrişî welatiyê navborî û hevjîna wî kirine.

Di encama şkence û lêdanê de, zarokê hevjîna Hemza Henan a ducanî ku 5 mehî bûye ji ber çûye.

Mistefa Şêxo da zanîn ku çekdaran motorsîklet û bazinên zêr jî ji mala welatiyê navborî dizîne.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst