Balafireke Rûsyayê li Qamişloyê danî

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rûsya Balafir Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rûxîna rejîma Beşar Esad a dawiya sala 2024an, cara yekem balafireke Rûsyayê xwe li Balafirgeha Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê danî.

Li gorî zanyariyên Nûçegihana Rûdawê ya Qamişloyê Vîviyan Fetahê, ew balafir a Rûsyayê ye û îro saet 15:13an xwe li Balafirgeha Qamişloyê daniye.

Balafirgeha Qamişloyê piştî rûxîna rejîma Beşar Esed hatibû girtin û berê di bin kontrola hêzên Rûsî de bû.

"Du helîkopter li balafirgehê bûn"

Li gorî zanyariyên Nûçegihana Rûdawê, beriya ku balafir xwe deyne erdê, du helîkopterên Rûsî ji bo parastina ewlehiya herêmê li balafirgehê bûn.

Heta niha nayê zanîn bê ma balafira Rûsî şandeyeke dîplomatîk aniye yan jî ji bo karekî din gihiştiye wî bajarê Kurdistanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst