Mezlûm Ebdî û Macron bi telefonê axivîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Emmanuel Macron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê piştgiriya xwe ya ji bo hewlên agirbest û diyalogê aniye ziman.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê daxuyaniyek belav kir û ev agahî dan:

"Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê li me geriya.

Wî piştgiriya xwe ya ji bo hewlên me û aliyên ku ji bo agirbestê, vegera li ser rêya diyalog û danûstandinên li Sûriyeyê dixebitin anî ziman da ku bigihîjin çareseriyeke mayînde ya ku xizmeta berjewendiya giştî ya tevahiya herêmê bike.

Her wiha di axaftinê de behsa bicihanîna peymanên berê yên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de û pêwîstiya parastina mafên pêkhateyan hat kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst