Serdana Mezlûm Ebdî ya Parîsê hat bipaşxistin

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Emmanuel Macron Tom Barrack Eshed Şeybanî Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî ya li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshe Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack re hat bipaşxistin.

Dihat plankirin ku îro bi navbeynkariya Fransayê li Parîsaê di navbera berpirsên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hevdîtinek bihata kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Kerîm Qemer derbarê mijarê de ji ANHAyê re axivî û piştrast kir ku hevdîtin hatiye bipaşxistin.

Lê belê sedema bipaşxistinê heta niha ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.

Dihat çaverêkirin ku şandeya bi serokatiya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Hevdîtina Îsraîl û Sûriyeyê

Li aliyê din, li gorî medyaya Amerîkayê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack dê îro li Parîsê bi Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Dermer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî re bicive û li ser mijarên ewlehiyê yên derbarê başûrê Sûriyeyê de gotûbêjan bike.

Ev hevdîtin dê bi armanca zêdekirina aramî û ewlehiya li herêmê bên kirin.

Çar çavkaniyên nêzîkî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji medyaya Amerîkayê re got ku Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Dermer îro li Parîsê ye û dê beriya dan û standinên nukleerê yên di navbera Îran û Ewropayê de ku sibe li Stenbolê tên kirin, bi rayedaran re li ser bernameya nukleerê ya Îranê biaxive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst